Rûspiyên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da

Rûspî û şêx êlên rojavayê Dêrazorê ji bo piştgiriya QSD`ê çalakiya konvedanê li bajarokê Kesra li dar xist. Di çalakiyê de rûspiyan, sekna xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk anîn ziman û bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember van gefan bînin cih.

Rûspiyên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da
24 tîrmeh, 2022   16:33
DÊRAZOR

Bi dehan rûspî û şêx êlên rojavayê Dêrazorê û gelek şênî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, şêx êla El-Minasra ya Dêrazorê Xalid El-Mizewer axivî û got: “Em rûspiyên Dêrazorê, êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê şermezar dikin.”

El-Mizewer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike xewnên xwe yên osmanî li herêmê pêk bîne û dîroka osmaniyê vejîne, lê diyar kir ku gelê herêmê dê nehêlin dagirkeriya Tirk vê yekê bike û dê li hember gefên li dijî ewlehiyê bibin yek.

El-Mizewer soz da ku dê li rex QSD`ê bin û piştgiriya şervanan bikin.

Her wiha di çalakiyê de rûspiyê gundê Hewayic Ziyab, Ziyab El-Cîcan axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide axa me dagir bike û mal û milkên me talan bike. Em nahêlin vê yekê bike û em ê li hember wê bisekinin mîna ku em li hember DAIŞ`ê sekînin.”

El-Cîcan bang pêkhateyan kir ku axa xwe bernedin û li hembe dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî da û got: “Em ê projeya xwe ya demokratîk berdewam bikin û dê bi yekrêzî li rex QSD`ê bin.”

Di dawiyê de rûspiyan, piştgiriya xwe bi berxwedana QSD`ê re ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk re ragihand.

 (şx)

ANHA