Malbatên şehîdan û rûspiyên Tebqayê li dijî planên dewleta Tirk banga serhildanê kir

Rûspî û malbatên şehîdan ên Tebqayê bi daxuyaniyên cuda êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk aniye şermezar kir. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji Tirkiyê bixwazin.

Malbatên şehîdan û rûspiyên Tebqayê li dijî planên dewleta Tirk banga serhildanê kir
24 tîrmeh, 2022   16:49
TEBQA

Rûspî û êlên herêma Tebqayê, bi daxuyaniyekê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên ewle yên Sûriyê û Iraqê pêk tîne şermezar kir. Şêx êla El-Musa El-Zahir Ayid El-Berakat daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk daxuyanî xwend.

Rûspiyan bang li hemû şêx êlên li bakurê Sûriyê û Iraqê kir ku serî hildin û li hember timayên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hevgirtî bin, balyozxaneya Tirkiyê bê girtin û kelûpelên wê bên boykotkirin.

/ar/uploads/files/2022/07/24/160916_awael-alshhdaa-wshywkh-ashaer-altbqh-khlal-byanat-fshl-alaalm-fy-wdha-hd-llanthakat-altrkyh-dfa-thmnh-shawb-almntqh-28429.webp

Her wiha hate gotin, divê civata navneteweyî û dewletên garantor qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bigirin û hate gotin: "Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker dike dighêje asta sûcên dermirov û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hedegirtina sivîl û kesayetên welatparêz û têkoşerên ji bo mirovahiyê û îşaret bi şehîdxistina cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî di 17'ê Hezîranê bi balafirek bê mirov a bi çek li ser xaka Iraqê.

Rûspiyan di daxuyaniyê de gotin dê li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin di şerê wê li hember dagirkeriya Tirk de û dê piştgiriyê bidin heta ku aştî li herêmê pêk were û armancên projeya neteweya demokratîk pêk bên.

Di heman çarçoveyê de, bi dehan malbatên şehîdan li Goristana Şehîdan a Tebqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisê Zîlan El-Omer daxuyanî xwend.

Meclisê dewleta Tirk a dagirker ku komkujiya Zaxo pêk aniye şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk rojane komkujiyan li dijî herêmê pêk tîne li Kobanê, Efrînê û herêmên din ên dagirkirî û ev îsbat dike ku û kîna wê li hember gel, kevir, darên herêmê heye û dixwaze timayên bêsînor li herêmê pêk bîne.

Meclisê, bêdengiya NY li hember sûcên li dijî mafên mirovan, şermezar kir û destnîşan kir ku ev bêdengî dehf da gelên herêmê ku li hember xeteriya heyî bibin yek.

Meclisê di daWiyê de bang Meclisa Ewlehiyê ya NY û cîhanê kir ku hovîtiya dagirkeriya Tirk biseknînin û darizandineke adil ji kujeran re pêk bînin.

(şx)
ANHA