Jinên PYD'î bi jinên eşîrên Ereb re civiyan

Bi armanca rêxistinkirina jinên eşîran û xurtkirina rola wan li hember gef û êrişên li ser herêmê,  endamên Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a PYD`ê bi jinên eşîrên Ereb ên navçeya Şedadê re civiya.

Jinên PYD'î bi jinên eşîrên Ereb re civiyan
Jinên PYD'î bi jinên eşîrên Ereb re civiyan
Jinên PYD'î bi jinên eşîrên Ereb re civiyan
Jinên PYD'î bi jinên eşîrên Ereb re civiyan
Jinên PYD'î bi jinên eşîrên Ereb re civiyan
Jinên PYD'î bi jinên eşîrên Ereb re civiyan
24 tîrmeh, 2022   16:26
HESEKÊ

Şandeyek ji Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a PYD`ê bi jinên eşîrên Ereb ên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê re civiya.

Şandeya ji endamênê Meclisa Jinan Şadiya Omer, Nesrîn Tahir û  Zehra Semho pêk dihat, li mala şêx Hemad El-Eshed ji aliyê jinên eşîrên Ereb ên El-Fadil, Milhim, Dilêm, Hezîm, Kelhîn, Lehîb, El-Bû Omer, Cibûr û Mehasin ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de rola jinên Ereb di vê pêvajoya hesas de ku herêm tê re derbas dibe, li gel gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, hate nîqaşkirin.

Endama Komîteyên Têkiliyan a Jinan Şadiya Omer diyar kir ku armanc ji civînê pêşxitina têkiliyan bi jinan re û xurtkirina wan di nava civakêkê de ye, her wiha ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan e.

Şadiya Omer wiha domand: "Jin di civaka Ereb de ji ber lawazbûna têkiliyên civakî û urf û adetên civakî û eşîrtî zehmetî kişandnin. Ev mijar bi beşdarbûne beşek ji jinên Şedadê û gundewarên başûrê wê hate nîqaşkirin. Her wiha zehmetiyên ji ber zihniyeta desthilatdar ku rastî jinên Kurd, Ereb û Suryan tên, hatin nîqaşkirin."

Şadiya Omer her wiha anî ziman ku urf û adetên eşîrtî cihê rêzdarî ne, lê vê yekê mafên jinan winda kirine û li dijî wan hemû zext hatin kirin, car caran gihaşt asta ku di bin navê "Şerfê" de dawî li jiyana xwe bînin.

Di dawiyê de girîngiya ku jinên eşîrên Ereb xwe di nav partiyê de birixistin bikin û erka xwe bi cih bînin hate destnîşankirin. Her wiha bang hate kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin heta ku dawî li dagirkeriyê were û Sûriyeke demokratîk û nenavendî were avakirin.

(bx)

ANHA