52 girtiyan Behdînanê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Hewlêrê 52 girtiyên Behdînanê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin.

52 girtiyan Behdînanê dest bi greva birçîbûnê kirin
24 tîrmeh, 2022   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Girtîgeha Hewlêrê zext û pêkûtiyên li ser girtiyên Behdînanê her ku diçe zêde dibe. 52 girtiyên Behdînanê der barê zext û pêkûtiyan de ji Neteweyên Yekbûyî (NY), nûnerên welatan û raya giştî re nameyek şand.

Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ew dest bi greva birçîbûnê dikin û wiha gotin: “Em weke 52 girtiyên li Behdînan, rojnamevan, çalakvan û girtiyên girtîgeha çaksaziyê ya Hewlêrê, bi heman şêweyê girtiyên li Şeladizê biryar didin ku dest bi greva birçîbûnê bikin. Greva me ya birçîbûnê bi daxwaza me ya serbestberdana bi şert a li gorî xala 331’emîn a qanûna cezayê ku mafê me yê qanûnî ye ve girêdayî ye. Lê belê dozger hewl dide me ji mafê me bêpar bike û ji sedan 25’ê qanûna ku di destê me de ye, me bêpar bike.”

Girtiyan bi domdarî wiha got: “Li girtîgehê tu mafê me yê qanûnî û demokratîk nîne. Em li ser daxwaza azadiya fikrî û mafên giştî hatine cezakirin. Hinek ji wan ji me jî ji ber dijberiya dagirkerî û bombebarankirina welatê xwe hatine cezakirin. Di demekê de Hikûmet rondikên tîmsahî ji bo qurbaniyên bombebarana Tirkiyê dirêjin.”

52 girtî, daxwaz dikin ku divê dadger bêalîbûna xwe biparêze û ji bo berjewendiyên partî û kesî mafên xwe paşguh neke.