'Tirkiyê bi hedefgirtina sê fermandarên şoreşê naghêje armancên xwe'

Dayikên Aştiyê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi pêkanîna sûcên xwe yên li dijî jinan dixwaze wan bitirsîne da ku dev ji mîsyona xwe ya pêşengiya Şoreşa 19'ê  Tîrmehê berdin. Her wiha anîn ziman ku dewletên garantor berpirsên hedefgirtina hersê fermandarên jin in.

'Tirkiyê bi hedefgirtina sê fermandarên şoreşê naghêje armancên xwe'
24 tîrmeh, 2022   15:01
QAMIŞLO

Bertekên li dijî êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dayikên Aştiyê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Qamişlo daxuyanî dan.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Şirîn Ehmed û Evîn El-Hac daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li Qamişlo xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Meclisa Ewlehiyê ya NY, rêxistinên hiqûqî û cîhanî li hember binpêkirinên hovane yên li dijî mafên mirovan bê deng in, her wiha ev bêdengî, wek destekdayîna kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina her sê fermandaran Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bi balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û bang li hêzên garantor hat kirin ku helwesteke diyar li hember van sûcan nîşan bidin.

Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin û got, dewleta Tirk bi van sûcan nagihêje armanca xwe û gelên herêmê natirsîne.

Cîgira serokatiya Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê Zozan Şemo daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li Qamişloyê xwend.

Meclisê diyar kir ku hedefgirtina her sê şehîdan Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan berdewama hewldanên dewleta Tirk a dagirker e ku armanc dike vîna jinên azad têk bibe ku pêşengiya têkoşîna azadiyê li herêmê dike.

Meclisê balkişand ser rola her sê şehîdan di parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û got: “Her sêyan roleke mezin di avakirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst. Bingeheke xurt a hêzên leşkerî danî ku şerê terorê kir, DAIŞ û terora wê tune kir. Hedefgirtina her sê şehîdan, ji bo rakirina tola binkeftina DAIŞ`ê li herêmê ye.”

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bal kişand ser sûcên Tirkiyê yên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  wiha domand: "Ev ne tiştekî nû ye, sicila Tirkiyê bi van sûcan tijî ye. Ji hedefgirtina şehîd Hevrîn Xelef û Barîn Kobanê û lîstina bi cenazeyên wan. Her wiha girtina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê. Armanc ji van sûcên hovane, tirsandina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye da ku dev ji têkoşîna xwe ya pêşengiya şoreşê berdin. Lê bi hedefgirtina jinan naghêje armancên xwe."

Meclisê diyar kir ku civata navneteweyî û hêzên garantor ên li herêmê; Rûsya û DYA berpirsên van sûcan in û hişyarî da ku heke sûcên dagirkeriya Tirk berdewam bikin dê komkujî pêk werin.

Di dawiyê de meclisê bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayê ya herêmê bigirin, êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin ku çarenûsa bi milyonan sûriyan dixe xeteriyê û derfetê dide vejandina DAIŞ û terorê li herêmê.

(şx)

ANHA