Meclisa Kongra Star: Divê hemû jin li derdora şoreşa xwe kom bibin

Meclisa Kongra Star bang li hemû jinan kir ku li derdora şoreş, destkeftî û hêzên xwe yên leşkerî kom bibin û li hember gef û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin.

Meclisa Kongra Star: Divê hemû jin li derdora şoreşa xwe kom bibin
24 tîrmeh, 2022   15:50
QAMIŞLO

Meclisa Kongra Star têkildarî hedefgirtina her sê jinên fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Binketina siyasetên dewleta Tirk ku êrişeke leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne bi rêbazekî hovane û dermirovî hate eşkerekirin. Dewleta Tirk bi balafireke bê mirov erebeyek li ser rêya Qamişlo bombebaran kir, di encamê de Fermandara YPJ`ê û QSD`ê Jiyan Tolhildan ku di heman demê de Fermandara Giştî ya YAT`ê bû, Fermandar Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd bûn. Her sê şehîdên fermandar piştî ku ji foruma bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê derketin ku li bajarê Qamişlo derdiketin, hatin hedefkirin."

Meclisa Kongra Star ev êriş  bi tundî şermezar kir û got: "Kiryareke hovane li dijî parêzvanên cîhanê ji xeteriya terorê ye."

Meclisê hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: " Em ê tola şehîdan rakin. Em ê her tim şopdarên rêya wan bin da ku azadiya rêbertî û Kurdistanê pêk bînin. Em ê bi baweriyeke zêdetir  gavan bavêjin û hêviyên wan pêk bînin.''

Meclisa Kongra Star di dewama daxuyaniyê de îşaret bi rola YPJ'ê di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û wiha domand: "YPJ`ê bi têkoşîn û berxwedana xwe xwe îsbat kir. Ji bo parastina destkeftiyên ku di 10 salên şoreşê de hatine bidestxistin, divê hemû jin li derdora şoreş, destkeftî û hêzên xwe yên leşkerî kom bibinû parastina xak û gelê xwe li hember gef û êrişên qirkirinê bikin. Divê asta têkoşîn û rêxistinkirinê di hemû qadan de li ser esas û pîvana şerê gel ê şoreşgerî, bilind bikin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ji beriya 10 salan ve dewleta Trik şerê her kesê azadîxwaz dike. Wan dike hedef bêyî ku guh bide pîvan û qanûnên navneteweyî. Dewleta Tirk Jin Kurd dike hedef û hewl dide bi hemû rêbazan îrade û hêza wê têk bibe. Dewleta Tirk jina Kurd dike hedef ji ber ew pêşengiya rêya azadî û demokrasiya hemû jinên cîhanê re dike. Li Kobanê jinên siyasetmedar, li Feransayê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin û li herêmên dagirkirî jî jin têne hedefgirtin."

Meclisa Kongra Star bang li hemû tevgerên jinan ên cîhanê û hemû gelên têkoşer û azadîxwaz kir ku li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk bisekinin. Helwesteke dîrokî ji bo azadiyê bistînin. Her wiha bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiyê  tev li qadên berxwedan û têkoşînê bibin.

Meclisa Kongra Star bêdengiya saziyên hiqûqî yên navneteweyî şermezar kir û got: "Ev bêdengî tê wateya beşdarbûna wan di sûcên şer li dijî YPJ`ê ku xeteriya DAIŞ`ê ji ser cîhanê têk bir. Em bang li civata navneteweyî dikin ku sûcên şer bişopîne, sûcdaran darezîne û dagirkirina dewleta Tirk ji herêmê re bi dawî bike."

(bx)

ANHA