​​​​​​​CENTCOM’ê  ji ber şehadeta 3 fermandarên jin ên QSD’ê peyama sersaxiyê da

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji malbatên her sê fermandarên jin ên QSD’ê yên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn re, Bakurê Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê re sersaxî xwest.

​​​​​​​CENTCOM’ê  ji ber şehadeta 3 fermandarên jin ên QSD’ê peyama sersaxiyê da
24 tîrmeh, 2022   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 22’yê Tîrmehê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo wesayîta fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan bombebaran kir. Di êrişê de hersê şehîd bûn.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê twitterê bi peyamekê ji malbatên her sê fermandarên QSD’ê re sersaxî xwest.

Peyama Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) wiha ye: “Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Selwa Yûsif bi nasnavê ‘Jiyan Efrîn’ di 22’yê Tîrmehê de li bajarê Qamişloyê di encama êrişan de, tevî 2 hevrêyêb xwe yên jin hatin kuştin. Selwa Yûsif di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi îdeolojiya xwe fermandareke girîng a QSD’ê bû. CENTCOM ji malbatên 3 şervanên QSD’ê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê re sersaxiyê dixwaze.”