Şêniyên Hesekê êrişên dagirkeriya Tirk û Peymana Lozanê şermezar kirin

Şêniyên Hesekê di salvegera 99`an a Peymana Lozanê de, êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hevpeymana ku fedakarî, nasname û vîna gelên herêmê înkar dikin, şermezar kirin.

Şêniyên Hesekê êrişên dagirkeriya Tirk û Peymana Lozanê şermezar kirin
24 tîrmeh, 2022   14:28
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û Peymana Lozanê şermezar kirin. Hevserokê Meclisa Navçeya Bakur Remadan Fetah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro sedsaliya hevpeymana Lozanê ye ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê di 24`ê Tîrmeha 1923`yan de di navbera dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de pêk hatiye. Li gorî wê peymanê, nexşerêya herêmê li gorî berjewendiyên Tirkiyê û li ser hesabê hêvî û mafên gelên herêmê ji nû ve hat xêzkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ''Peymana Sever ku 10`ê Tebaxa 1920`an di navbera dewleta osmanî û dewletên Ewropayê de li Fransa hate îmzekirin, bû sedem ku dewleta osmanî parçe bibe, gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen û gelek pêkhateyên din mafên xwe di serxwebûnê de bidest bixin. Lê Peymana Lozanê maf, nasnameya gelan ji bo avakirina dewleta Tirk li ser komkujiyan, înkar kir.''

Di daxuyaniyê de Peymana Lozanê hat şermezarkirin û bi bêyom hat binavkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê armanc dike ku bi rêya tevlêkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kerkûk û Musilê, Mîsaqî Millî vejîne û nexşerêyeke din a herêmê xêz bike.

Di daxuyaniyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar hatin hesibandin.

(şx)

ANHA