Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin, her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bang li civata navneteweyî kir ku pêşî li şerekî muhtemel bigire.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
24 tîrmeh, 2022   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişên li ser navçeya Til Rifetê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, bi beşdariya bi dehan endamên rêxistinê û saziyên sivîl ên herêma Efrînê li qada sereke ya kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a Şehbayê daxuyaniyeke da.

Endamê rêxistin Mihemed Reşîd daxuyanî xwend û ev tişt tê de hate gotin: "Bi hezar welatî ji şer, bombebaran û qetilkirinê revîn, bûn koçber û penaber. Deweta Tirk a dagirker penaberên nû çêkirin. Eşkere ye ku armanca wê koçberkirina pêkhateya Kurd ji wan herêman e da ku malbatên çeteyan li şûna wan bi cih bike. Mixabin ev projeya dermirovî ya koçberkirin û guhartina demografî bi alîkariya dewletên ji herêmê pêk tên. Ji ber komeleyên îxwanî yên dewletên Kendavê (Qeter û Kiwêt) destekê didin avakirina avahiyên mêtingehiyê li Efrînê û hwd ji malbatên cîhadîstan re."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêkanîna rewşa etnîkî sûcekî dermirovî ye, mîna dagirkeriya leşkerî û qirkirina etnîkî ye û wiha hate domandin: ''Ji ber dewleta Tirk a dgirker rojane herêmên koçberan bi çekên giran û balafirên bêmirov dike hedef, ji wan herêma Şehbayê, di encamê gelek komkujî pêk anîn. Bi taybet komkujiya ku li Til Rifetê di 2019’an de pêk aniye ku di encamê 10 welatî ji nav 8 zarok şehîd bûn û 13 welatî jî birîndar bûn.

Her wiha komkujiya 2021’an ku 4 welatî şehîd bûne, ji wan 2 zarok hebûn, her wiha 4 welatî jî birîndar bûn. Ev êriş piştî gefên dawî yên dewleta Tirk ên dawî yên pêkanîna êrişeke nû li ser Til Rifetê bi hinceta şêniyên wê ji nû ve vegerîne zêde bûn, lê di Til Rifetê bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên wê yên resen hene. Ger çi êrişeke dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat em dikarin bandorên wê yên karesatî bi xalan rêz bikin:

-Dê xebatên navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê qels bike, derfeteke zêrîn ji rêxistina DAIŞ’ê re veke ku ji nû ve serweriyê bike. Ev yek jî armanca sereke ya dewleta Tırk e. Ji ber bi wê êrişê re wê girtiyên di girtîgehan de were revandin, malbat û zarokên wan terorîstan vegerin Tirkiyê. Mîna çawa di êrişa li ser Serêkaniyê û Girê Spî de bûye ku malbatên çeteyan ji kampa Eyn Îsa revîn Tirkiyê.

-Ew ê bibe sedema koçberiyeke komî. Ji ber  ku li herêman gelek koçberên berê ku herêmên wan hatine dagirkirin û şêniyên resen hene û bi sedema pêla koçberiya mezin barek li ser civata navneteweyî çêbe.

-Bi dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dê krîza Sûriyê kûrtir bike, her wiha dê bi xwe re parçekirin, belavbûn û zehmetiya ber bi çareyên siyasî ve bîne.

-Dê pirrengiya çandî ya etnîkî yan jî olî bi rêya anîna malbatên çekdarên biyanî û koçberên ji herêmên din û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, were tunekirin. Dûvre wê ji nû ve endazyariya niştecihî ya wan herêman li gorî plana Erdogan a avakirina 'herêma ewle' li seranserî sînor were kirin. Da ku nasnameya herêmê ya çandî û dîrokî were guhartin. Ev yek binpêkirina qanûna navneteweyî û sûcek e.

-Ew herêm ji bo komên terorîst bi taybet DAIŞ’ê bibin eniyên çalakiyên terorîstane, çi li dijî herêmên me, çi li dijî Ewropa û Rojhilata Navîn be. Di êrişa dawî ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de ev yek hate îsbatkirin.

-Derxistina penaberên sûrî ji Tirkiyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî ne bi awayekî dilxwazî mîna Erdogan îdia dike, ew e ku dixwaze bi belgeya penaberên sûrî li dijî muxalifên xwe di şerê hilbijartinan de bilîze.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin pêşî li çi êrişeke muhtemel ên dagirkirineke nû ku hikumeta Tirkiyê amadekariyê wê dike, bigirin. Ji ber di vê yekê de şerê li Ukrayna û xwesteka Swêd û Fînlandiyayê ya tevlêbûna li NATO’yê derfet digire. Divê civata navneteweyî xwe ji şantajên rejîma Erdogan re daneyne, da ku dev ji siyaseta xwe ya şer û destekdayîna ji terorê re berde û alîkariya milîsên terorîst bisekinîne û ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ên Sûriyê vekişe.''

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Civata navneteweyî, dewlet, hikumet û rêxistinên navneteweyî bi giştî ji binpêkirinên li dijî herêmê têne kirin berpirsiyar in. Ger ne wisa bûya wê çawa Erdogan li hember civata navneteweyî bisekiniya. Erdogan ev i eşkere got, ew destûrê ji kesekî nagire ku êrişeke leşkerî pêk bîne."

REQA

Oldar û îmamên mizgeftên bajarê Reqa li Mizgefta Ebû Bekir El-Sedîq (Çerkesî) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji sûcên li dijî herêmê pêk tîne, deynin.

Cîgirê serokê Desteya Kar û Barên Olî li Reqayê Îbrahîm Ewas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku mafên tu musilmanan  tune ye ku zilmê li birayê xwe yê musilman bike û kiryarên li dijî gelê wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji pîvanên ola îslamî ne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Em Saziya Kar û Barên Olî û îmam û oldarên mizgeftan û çi kesên baweriya xwe bi rê û resmên olî tîne, gefên dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin, li dijî van êrişan em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek dest û biryar in."

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên hiquqî û dewletên garantor hate kirin ku li dijî van êrişan bisekinin, her wiha bang li gelê sûrî hate kirin ku ji bo parastina Sûriyeke azad-demokrat û pirrengî yekitiya xwe ava bikin.

MINBIC

Têkildarî heman mijarê şêniyên Minbicê li qada giştî ya naverasta bajêr helwesta xwe nîşan da û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Sûriyê û Iraqê şermezar kirin û banga girtina asîmanê her du welatên navborî li ber  balafirên dagirkeriyê Tirk kir.

Di çalakiya protostokirinê de rûspiyê eşîra Demalxa Ebdurezaq Îsmaîl bi navê eşîrên Minbicê axivî û got: "Em îro li Minbicê li dijî sûc û qetilkirina zarok û jinan ku dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê pêk tîne, çalakiya protostokirinê li dar dixin."

Her wiha Îsmaîl ev kiryarên derexlaqî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê wan ên Sûriyê pêk tîne şermezar kir û welatên cîhanê û saziyên mirovî berpirsên van sûcan nîşan da. Di heman demê de bang li şêniyên herêmê kir ku li dijî êrişan yek bin.

Parêzer Îbrahîm El-Maşî jî axivî û destwerdanên derve yên li dijî xaka wan red kir û bang li civata navneteweyî kir ku sînorekî ji van êrişan re deynin.

 (fr-eh)

ANHA