Meclisa Til Temirê: Dagirkeriya Tirk bi hovîtî êrişî herêmên welatiyan dike

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb topbarana li ser navçeyê şermezar kir û got: "Dagirkeriya Tirk herêmên bi welatiyan dagirtirî bêserûber û bi dijwarî topbaran dike."

Meclisa Til Temirê: Dagirkeriya Tirk bi hovîtî êrişî herêmên welatiyan dike
24 tîrmeh, 2022   10:20
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve navenda navçeya Zirganê û gundên bakurê navçeyê, her wiha gundewarên bakur û rojavayê Til Temirê yên girêdayî kantona Hesekê topbaran dike. Di encama topbarana bêserûber de zirarên canî û madî çêbûn.

Der barê mijarê de, hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb wiha got: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker berdewam in û vê sibehê navçeya Til Temirê û gundewarên wê, navçeya Zirganê û gundewarên wê yên bi welatiyan dagirtî bi hovîtî hedef digire."

Eyûb da zanîn ku gundên Asûran yên Til Temirê bêserûber hatin topbarankirin û wiha domand: “Gundên Til Cuma, Til Şenan û Til Tewîl ê Asûran û gundê Ebûş hatin topbarankirin. Di encamê de welatiyek şehîd bûn, 5 welatiyên din jî bi giranî birîndar bûn."

Eyûb ev tişt got: "Şêniyên herêmê ji beriya zêdetirî 2 mehan ve ji aliyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî dijwar û bêserûber tên hedefgirtin. Bûyera îro rû daye nîşaneya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker e."

Eyûb bal kişand ser hedefgirtina torên kehrebê yên stasyona kehrebê ya Til Temirê ku di encamê de kehrebe ji ser herêmê qut bû û ev tişt anî ziman: "Heta niha werşeyên restorakirinê yên girêdayî navenda kehrebê ya Til Temirê nikarin xwe bigihînin cihên xirab bûyî da ku sererast bikin. Ji ber ku herêm tê topbarankirin."

Eyûb, hêzên Rûsyayê ku garantor in rexne kir û da zanîn ku Rûsya weke garantorên agirbestê hatin Til Temirê, lê tu bertekan li hember van êrişan nîşan nadin, tevî ku derdora wan tê topbarankirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb bang li dewletên têkildarî peymana agirbestê û dosyaya Sûriyê û rêxistinên hiqûqî kir ku li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê helwesta xwe zelal bikin.

(fr)

ANHA