‘Divê Kurd û Ereb li hember sûcên dewleta Tirk rabin ser pêyan’

Welatiyên Qamişlo û Şehbayê têkildarî komkujiya li Zaxoyê ku bi destê artêşa Tirk a dagirker pêk hat, diyar kir ku her dem komkujiyên wiha li Rojava jî pêk tîne, lewma divê qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk bê girtin û got “Divê Kurd û Ereb li hember sûcên dewleta Tirk rabin ser pêyan.”

‘Divê Kurd û Ereb li hember sûcên dewleta Tirk rabin ser pêyan’
24 tîrmeh, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN SÎMA BIROKÊ- ROHAT SÎDO

Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Tîrmehê de, li seyrangeheke Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê komkujiyek pêk anî. Di komkujiyê de 9 welatî hatin qetilkirin, 23 jî birîndar bûn.

Têkildarî komkujiya li Zaxoyê welatiyên kantona Qamişloyê nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Xêriya Hesen diyar kir ku ew wek welatiyên Rojavayê Kurdistanê daxwazê ji gelê Başûr dikin ku li hember kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker rabin ser pêyan û got: “Dewleta Tirk a dagirker cihê ku dixwaze dike hedefa xwe, em hêvî dikin ku gelê me yê Kurd û Ereb li hemberî van sûcan bê deng nemînin.”

Xêriya Hesen got: “Her dem dibêjin sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker PKK ye, pirsa me jî ji wan ev e; gelo qey PKK li seyrangehê bû?”

Xêriya Hesen da zanîn ku dewleta Tirk a dagiker dubare gef û êrişên xwe li dijî gelên Rojavayê Kurdistanê jî dike û bal kişand ser daxuyaniyên PDK`ê ku komkujiya li Zaxoyê dike sûcê PKK`ê û wiha axivî: “Bi vê yekê dixwaze PKK`ê di nava cîhanê de reş bike, PKK’ê wek “teror” didin nasandin. PKK tevgereke welatparêz e, îro roj bêhtir Başûr diparêze.”

Mihyedîn Hesen jî diyar kir ku ne cara yekemîn e li Başûr komkujiyên wiha pêk tên, hêzên navneteweyî jî mîna berê çavê xwe li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker digire û wiha got: “Gelek caran sivîlan şehîd dixe, ne tenê li Başûr li Rojava jî rojane van komkujiyan pêk tîne.”

Hesen bal kişand ser berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî û got: “Êdî bes e ji van sûcan re, divê qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk bê girtin.”

Her wiha Yûsif Remedan jî diyar kir ku ew bi temamî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan şermezar dikin û got: “Her dem em dibêjin dewleta Tirk dewleteke hov e.”

Yûsif Remedan da xuyakirin ku tevî bertekên li dijî komkujiya Zaxoyê jî rayedarên Başûr daxuyaniyên berovajî didin û got: “Em vê yekê jî şermezar dikin.”

Pêkhateya Ereb ên li herêma Şehabayê jî dewleta Tirk a dagirker ku li Zaxoyê komkujî pêk anîn û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Mistefa Şekêr ê ji bajarê Babê nerazîbûn nîşanî komkujiya Zaxoyê da û got: "Ji ber dewleta Tirk a dagirker li herêmêm Parastinê yên Medyayê tu serkeftin bi dest nexist, îro jî bi awayekî hovane sivîlan dike armanc. Em komkujiya ku di geştîgeha Zaxoyê de pêk hatî ku di encamê de bi dehan sivîlên bêsûc di nav de zarok jiyan xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn, şermezar dikin."|

Mistefa Şekêr anî ziman ku  dewleta Tirk a dagirker dixweze di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û şiyên herêmê de nakokî û fitneyan derbixe.

Welatiya bi navê Rûhiyê Weysî jî, bang li civaka navneteweyî û komeleyên mafê mirovan kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk xwedî helwestên cidî bin.

Rûhiyê Weysî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker  bi êrişên xwe yên rojane yên li ser sivîlan bi hiceta hedefgirtina terorîstan, komkujiyan pêk tîne.

Welatiyê bi navê Omer El-Ehmed jî li ser dîroka dewleta Tirk a ku bi komkujiyan hatiye nivîsandin wiha axivî: "Dewleta Tirk  dîroka xwe li ser komkujî û dagirkeriyê nivîsandiye, her wiha di roja me ya îro de ji ber hevgirtina li ser bingeha neteweya demokratîk a ku di navbera pêkhateyan de, dewleta Tirk komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne û kiryarên xwe dixe stûyê kurdan."

Omer El-Ehmed destnîşankir ku tevî hemû êriş û komkujiyên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê  ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve têne kirin tu helwestên Barzanî derneketin pêş û got: "Ruxmî ewqas komkujî û êrişên ji aliyê dagirkeriyê ve li ser herêmên me tê kirin. Barzanî bêdeng dima. Lê ji ber  helwesta parlamantoya Iraqê Barzanî helwestên sexte nîşan dan."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UgboJDDG9Og" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>