Koordînasyona Jinan: Welatên garantor berpirsên hedefgirtina fermandarên YPJ`ê ne

Koodînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hedefgirtina her sê fermandarên YPJ`ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û welatên garantor berpirs nîşan da. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Şamê kir li hemberî sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk, bi erka xwe rabin.

Koordînasyona Jinan: Welatên garantor berpirsên hedefgirtina fermandarên YPJ`ê ne
24 tîrmeh, 2022   10:33
KOBANÊ

Roja înê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo erebeya fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan bombebaran kir.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê îro li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Bajarê Kobanê û bi beşdariya bi dehan endam, rêveberên meclisan û desteyên Rêveberiya Xweser ên herêmê bi daxuyaniyekê sûcên li dijî her sê fermandarên YPJ`ê şermezar kir.

Cîgira Desteya Jinan a Herêma Firatê Nazîn Zada daxuyanî xwend û tê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker li pêşberî çavên cîhanê siyaseta xwe ya şovînîst li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike û hemû peyman û agirbestê bin pê dike."

Her wiha hate destnîşankirin ku bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker dibe sedem ku hîn zêdetir bajar û gund û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên hedefgirtin û wiha berdewam kir: "Bêdengî û çavgirtina civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk xizmeta parastina ewlehî, aramî û têkoşîna li dijî terorê li herêmê nake. Bi binpêkirineke nû ji serdestiya Sûriyê re, hêzên dagirkeriya Tirk 3 fermandarên Yekîneyên Paratina Jin hedef girtin, yên ku xwedî dîrokeke têkoşînê ya dirêj in û tev li şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûne, her wiha di hemû qadan cihê xwe girtine û bêyî dudilî di eniyên pêş de şer kirine."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êriş bi armanca şikandina vîna jinan û belavkirina tirs û xofê ye, her wiha armanc dike destkeftiyên gelê herêmê ku bi saya ewladên wê hatine bidestxistin têk bibe.

Koordînasyona Jinan, dewletên garantor ên li herêmê berpirsên van êrişan nîşan dan. Her wiha bang li Koalîsyona navneteweyî, Rûsya, hikumeta Şamê, saziyên enteryonal, hiqûqî, mirovî û saziyên jinan kir ku li hemberî rewşa herêmê bi erka xwe rabin û parastina ewlehiya herêmê bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû gelê azadîxwaz hate kirin ku berxwedana xwe xurttir bikin ku zextê li hikumeta Erdogan bikin û kiryarên wê yên derqanûnî û dermirovî yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin.

(eh)

ANHA