Konseya Ewlehiyê têkildarî Komkujiya Zaxoyê dê bi rengekî awarte bicive

Sêşema bê (26`ê Tîrmehê) ji bo nîqaşkirina destdirêjiyên Tirkiyê li ser xaka Iraqê, Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bi rengekî awarte dicive.

Konseya Ewlehiyê têkildarî Komkujiya Zaxoyê dê bi rengekî awarte bicive
24 tîrmeh, 2022   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên duh şemiyê di rûnitşna parlamentoya Iraqê de gotibû: “Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ji bo nîqaşkirina destdirêjiyên Tirkiyê li ser xaka Iraqê, nexasim bûyera dawîn ku   binpêkirineke eşkere ya serdestiya Iraqê û peymanên navneteweyî ye, dê sêşema bê rûniştineke awarte li dar bixe.”

Hisên destnîşan kiribû ku girîng e li hember berdewamkirina topbarana dewleta Tirk li ser xaka Iraqê, rê û rêbazên guncaw bên dîtin. Nexasim ku hikumeta Iraqê bang li Tirkiyê kiribû ku hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê duh ragihandibû ku wan li cem Konseya Ewlehiyê ya NY`yê li Tirkiyê gilî kiriye û banga rûniştineke awarte têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk aniye, kiribû.

Çarşema borî, dewleta Tirk a dagirker seyrangehek li gundê Perex ê qezaya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê komkujî pêk anîbû. Di encamê de, di nav de jin û zarok 9 geştyarên Îraqî hatibûn qetilkirin, 23 kesên din jî birîndar bûbûn.