Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê

Ajansa me bi wêneyan zirarên di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de gihaştine mal û milkên şêniyên navçeya Zirganê, belge kirin.

Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
Bi wêneyan: Encamên topbarana li ser navçeya Zirganê û gundên wê
24 tîrmeh, 2022   08:05
HESEKÊ

Vê sibê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên hawanê êrişî navçeya Zirganê û gundên Esediyê, Gir Mîr û Mişêrfê yên bakurê navçeyê kir. Di encamê de 4 welatî birîndar bûn ku 2 ji wan zarokên bi navên “Mihemed Mueyed Ebdullah (7) û Teysîr Mueyed Ebdullah (5) in.” Her wiha bavê her du  zarokan ê bavê Mueyed Ebdullah (32) û welatiyê bi navê Mihemed Qasim (20) birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê, ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya bajarê Hesekê.

Di encama topbarana li ser navçeyê de leşkerekî hikumeta Şamê jî jiyana xwe ji dest da.

Di wêneyên ku nûçegihanên me ji herêmê kişandine de, zirara ku gihaştiye mal û milkên welatiyan diyar dibe.

(eh)

ANHA