Siyasetmedar: Tiştekî bi navê ''herêma ewle'' tune ye

Alozî, revandin û qetilkirin ku li herêmên dagirkirî rû didin, derewên îdiayên Erdogan ên li ser "herêma ewle" eşkere kirin.

Siyasetmedar: Tiştekî bi navê ''herêma ewle'' tune ye
24 tîrmeh, 2022   08:08
HESEKÊ

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin xwepêşandanên li dijî nebaşbûna rewşa debarê, qetilkirin û revandinê ku ji aliyê dagirkeran ve têne kirin, tên lidarxistin.

Li bajarokê Til Helef ê başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî duh xwepêşandanek ku dijî dagirkerî û sûcên wan hate lidarxsitin.

Di destpêka meha Tîrmehê de li bajarê Serêkaniyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Niştecihên herêmê, xwediyên dukanên bazirganiyê tev li xwepêşandan bûn û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên qetilkirina zêrfiroşekî, ferzkirina baceyan li ser bazaran û sûcên wekî din şermezar kirin.

Piştî wê bi çend rojan, çeteyên dewleta Tirk gule ber bi ciwanekî ku dondurma difirot reşand ji ber ciwan qebûl nekir ku bêyî pere bide wan. Çeteyan ew ciwan sewqî Tirkiyê kir û li wir jiyana xwe ji dest da. Metirsî hene ku organên laşê wî hatine dizîn.

Ev tenê beşek ji sûc, binpêkirin û tevlîheviya li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Têkildarî tevliheviya li Serêkaniyê endamê Meclisa Til Temirê Ebdurehman Hisên anî ziman ku ev xwepêşandan diyar dike ku herêma ewle ya ku dewleta Tirk îdiya wê dike, tune ye û got, ji ber zexta li ser niştecihên herêmên dagirkirî, tunebûna aramî, ewlehî, tevlihevî û qetilkirina sivîlan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk sûdê ji şerê Rûsya – Ukraynayê, tevlêbûna Fînlandya û Siwêdê ji NATO`yê re digre da ku zextê li aliyên navneteweyî yên destwerdana aloziya Sûriyê dikin bike û di encamê de projeyên xwe yên dagirkerî li ser hesabê gelên herêmê pêk bîne.

Hisên diyar kir ku propagandeya vegera milyon penaberên sûrî û avakirina "herêma ewle" dikeve vê çarçoveyê û hewldana derxistina aloziyên xwe ber bi derve ve ye.

Hisên wiha pêde çû: "Dewleta Tirk qirkirina etnîkî pêk tîne û hewl dide demografiya herêmê biguhêre da ku ajindeyên xwe derbas bike û osmaniya nû ava bike. Ev jî diyar dike ku herêm ber bi tevliheviyeke zêdetir ve diçe. Ji ber aramî tune ye."

Ebdurehman Hisên di dawiyê de bang li hêzên siyasî yên navneteweyî û aliyên ku piştgiriya diyalogêna aştiyê dikin, kir ku şer û binpêkirinên artêşa Tirk li ser herêmê bi dawî bikin.

Her wiha siyasetmedar û endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mihemed Seîd got niştecihên li herêmê dagirkirî gihaştine baweriyê ku Tirkiyê dê ewlehiyê ji wan re peyda neke û hebûna wan tenê ji bo berjewendiyên wan e.

Girêdayî aloziya ewlehî û xwepêşandanên li herêmên cûda yên dagirkirî nexasim Serêkaniyê Mihemed Seîd ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk propagandeya herêma ewle dike. Lê xwepêşandan bi awayekî rojene têne lidarxistin. Rojane kuştin çêdibe. Heger ev herêm ewle ne çima xwepêşandan têne lidarxistin.?"

Li herêmên dagirkirî nexasim Serêkaniyê pêwîstiyên herî biçûk ên jiyanê tune ne. Rewşa wê ya aborî paşketî ye û piraniya madeyên sereke ji sotemenî, av, xaz û sebzeyan tune ne heger hebin jî pir buha ne.

Seîd anî ziman ku dewleta Tirk bi rêbazên cûda çi bi tundî û xapandinê be xwepêşandan asteng dike ji ber derewên îdiyayên wê ku herêm ne ewle ne, eşkere dike.

Mihemed Seîd bang li niştecihên li herêmên dagirkirî kir ku hişyar bin, xwepêşandanan li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê xwepêşandan neyên rawestandin. Bila tevahî cîhan zanibe ku armanca dewleta Tirk ne parastian gelê Sûriyê ye û herêm ne ewle ye."

ANHA