Dagirker êrişên xwe berfireh dikin; Til Rifet tê topbarankirin

Dagirkeriya Tirk ku sibehê ve bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di van kêliyan de jî bajarê Til Rifet ê kantona Şehbayê topbaran dike.

Dagirker êrişên xwe berfireh dikin; Til Rifet tê topbarankirin
24 tîrmeh, 2022   07:29
ŞEHBA

Li gorî zanyariyan, bajarê Til Rifet ê girêdayî kantona Şehbayê di van kêliyan de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi dijwarî tê topbarankirin.

Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zêdetir hîne bi dest neketine.

(cx)

ANHA