Kampanyayê haştagê ya NoFlyZone4Rojava# dest pê kir

Kampanyayê haştagê ya girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên Tirkiyê dest pê kir. Bi hezaran bikarhînerên medyaya sanal, siyasetmedar, rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên erebî û biyanî beşdarî kampanyayê bûn.

Kampanyayê haştagê ya NoFlyZone4Rojava# dest pê kir
23 tîrmeh, 2022   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28'ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê û federasyona Rûsyayê kir ku qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bigirin. Her wiha bang li gel kir ku ji bo hesabxwestinê ji Tirkiyê çalakiyan pêk bînin.

16'ê Tîrmehê partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê kampanyayê haştagê bi navê NoFlyZone4Rojava# ragihand. Armanc ji vê kampanyayê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûryê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bên girtin. Partiyan di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku ji îro saet 19:00'an li gorî dema Brukselê û saet 20:00'an li gorî Amedê beşdarî kampanyayê bibin.

Bi hezaran bikarhînerên medyaya sanal, rojnamanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên erebî û yên biyanî beşdarî kampanyayê bûn. Li gel silogana haştanê, nivîs û wêne parve kirn.

Wêneyên fermandarên QSD û YPJ'ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ên ku duh di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li dijî erebeyan wan li rêya Qamişlo-Tirbespiyê şehîd bûne, hatin parvekirin.

Di saetên destpêkê de elaqeyeke mezin ji kampanyayê re hate nîşandan, bi hezaran haştag hatin parvekirin, beşdarbûn zêde dibe.

ANHA