​​​​​​​Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi ser baregehên çeteyên din de girt

Li gorî çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) ser baregehên çeteyên Feyleqê Sêyemîn ên girêdayî dagirkeriya Tirk ên li navçeya Cindirêsê de girtin.

​​​​​​​Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi ser baregehên çeteyên din de girt
23 tîrmeh, 2022   19:40
ŞEHBA

Di vê dawiyê de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundên navçeya Şêrawa ya başûrê kantona Efrînê bi taybet li eniyên şer ên bi hikumeta Şamê re belav bûn.

Bi fermanên îstîxbarata Tirkiyê, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundên Efrînê belav bûn piştî ku bi çeteyên Cebhe El-Şamiye yên Feyleqê Sêyemîn ên girêdayî dagirkeriya Tirk re şer kir.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, zêdetirî hezar çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li navçeya Şêrawa belav bûne û plan dikin ku êrişî Helebê bikin.

Navçeya Cindirêsê ku li ser tixumên gundên Idlibê ya di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam de ye dergehê belavbûna çeteyan li kantona Efrînê ya dagirkirî ye.

(şx)

ANHA