Çarçoveya Hemahengiyê a Iraqê: Dê biryarên cidî li dijî Tirkiyê bên girtin

Parlamentera Çarçoveya Hemahengiyê a Iraqê Ibtîsam El-Xerawî ragihand ku ji ber topbarankirina li Perexê dê biryarên cidî li dijî Tirkiyê bê girtin.

Çarçoveya Hemahengiyê a Iraqê: Dê biryarên cidî li dijî Tirkiyê bên girtin
23 tîrmeh, 2022   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera Çarçoveya Hemahengiyê a Iraqê Ibtîsam El-Xerawî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re axivî û got civîna parlamentoyê ya îro li dar ketiy, ne tenê ji bo guhdarkirina nêrîna wezîran û fermandarên leşkerî bû. Her wiha got, dê biryarên cidî werin girtin.

Ibtîsam El-Xerawî destnîşan kir ku serdestiya Iraqê bi rêya dagirkirina axa Iraqê ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye binpêkirin û got, 5 baregehên leşkerî û zêdetirî 100 nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk hene û 4 hezar leşkerên Tirk li ser axa Iraqê ne.

Ibtîsam El-Xerawî got, zêdetirî 20 hezaran caran balafirên Tirkiyê li asîmanê Iraqê firîne.

(şx)