ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2022
23 tîrmeh, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Kinêş li goristana Şehîdan dispêrin axê, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşeke navendî li bajarê Dêrikê li dar dixin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî şehadeta fermandarên YPJ û QSD'ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a PYD'ê ji bo nirxandina geşedanên siyasî, xurtkirina têkiliyên di navbera jinên eşîran, civînekê li nivîsgeha xwe ya navçeya Şedadê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Peymangeha Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Rojava li avahiya zanîngehê projeyên derçûna xwendekarên beşa mekatronîk nîqaş dike (WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Olî ya bajarê Reqayê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov komkujiyên xwe yên li ser sivîlan û li dijî gelê Kurdistanê didomîne. Komkujiya li Zaxoyê ne komkujiya destpêkê ne jî ya dawîn a dewleta Tirk e ku tê de sivîlan dike hedef. (BI WÊNE).

- Welatiyên Qamişlo û Şehbayê têkildarî komkujiya li Zaxoyê ku bi destê artêşa Tirk a dagirker pêk hat, diyar kir ku her dem komkujiyên wiha li Rojava jî pêk tîne, lewma divê qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk bê girtin û got “Divê Kurd û Ereb li hember sûcên dewleta Tirk rabin ser pêyan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rojnamevan Fehîm Işik destnîşan kir ku dewleta Tirk ji NATO`yê sûd wergirtiye û ji bo şerê li dijî kurdan endamtiya xwe ya di nava wê de bi kar an û wiha got: “Eger ne ji desteka NATO û welatên rojavayî ya ji bo Tirkiyê bûya, nedikarî siyaseta qirkirinê li dijî kurdan û kêmneteweyên din ên li Tirkiyê pêk bîne. Kurd niha li Rojhilata Navîn hêza herî xurt e." (BI WÊNE).

- Alozî, revandin û qetilkirin ku li herêmên dagirkirî rû didin, derewên îdiayên Erdogan ên li ser "Herêma ewle" eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Dîr diyar kir ku hemû saziyên meclisê li gor rewşa awarte ya ku Rêvberiya Xweser ragihandiye tedbîr girtine û got: “Eger em rastî şer hatin em jê re amade ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El-Xelîl diyar kir ku hêzên wan amade ne bersiva êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin û got: "Serkeftin wê para me be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa PYD`ê Ebdulwehab Xelef destnîşan kir ku têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li dijî hêzên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk, ji gelan re bûye rêya xilasî û hêvî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Herêmên Sûriyên yên dagirkirî, veguherîne staregeke ewle ji bo komên çeteyan û rêxistina El-Qaîda bi taybet Idlib. Pispor û rojnamevan hişyarî didin ku dewleteke din a “xîlafetê” li ber çavên civata navneteweyî li bakurê Sûriyê yê dagirkirî ava dibe. (BI WÊNE).

- Bi hevkariya Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê, xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara projeya "Ximava Keskesor" a parastina wêjeya kurdî ji qirkirinê dest pê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILTA NAVÎN

- Ji ber komkujiya li Zaxoyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin, li Iraqê hêrs û xemgînî serwer bû û banga qutkirina têkiliyan bi Tirkiyê re hate kirin. Li aliyekî din efserekî rûsî ji navenda Himêmîn ya li Laziqiyê ligel hejmarek efser û endamên polîsên leşkerî yên Rûsyayê serdana herêma başûr a Sûriyê kir û bi rûspiyên Siwêdayê re civiya da ku nakokiyên ku ji 2020'î ve dewam dikin, çareser bikin. (BI WÊNE).

ANHA