Iraqê li NY`yê giliyê Tirkiyê kir

Di demekê de ku PDK hewl dide dewleta Tirk bişofîne, Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û serweriya Iraqê, li Konseya Ewlehiyê giliyê Tirkiyeyê kir û bi fermî daxwaza civîna lezgîn ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

 Iraqê li NY`yê giliyê Tirkiyê kir
23 tîrmeh, 2022   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de li gundê Perex ê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê geştiyarên Iraqî bombebaran kir. Di bombebaranê de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes birîndar bûn.

Li gorî ajansa Rojnewsê, berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand ku nameyek giliyê Tirkiyeyê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kiriye û got: “Di nameyê de Iraqê daxwaza civîna bi lez a li ser destdirêjiya dewleta Tirk a li ser Iraqê kiriye.”