SOHR: Di bombebarana Rûsya li rojavayê Idlibê de 7 kes hatin kuştin

Di encama bombebarana balafirên Rûsya li derdora gundê Yaqûbiyê û maleke li gundê Cidêde yê Cisir Şixûr ê li rojavayê Idlibê de 7 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

SOHR: Di bombebarana Rûsya li rojavayê Idlibê de 7 kes hatin kuştin
22 tîrmeh, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Rûsya di saetên vê sibehê de derdora gundê Yaqûbiye û maleke li gundê Cidêde yê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê de bombebaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama bombebarana balafirên Rûsya de 7 kes hatin kuştin; 4 zarok ku birayên hev in, 2 mêr û kesekî nenas. Her wiha gelek kes jî hîna di bin kavilan de ne; ji jin û zarokan.