‘Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê’ banga cezakirina dewleta Tirk kir

‘Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê’ bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane sivîlan qetil dike û hemû pîvanên şer derbas kirine, lewma divê di dadgehên sûcên şer bê darizandin.

‘Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê’ banga cezakirina dewleta Tirk kir
22 tîrmeh, 2022   08:17
QAMIŞLO

‘Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê’ têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û êrişên bi balafirên bêmirov ên li ser Kobanê û Amûdê û komkujiya li Zaxoyê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser axa Kurdistanê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Ev êrişên wiha rojane bûyerên qetilkirina sivîlan û zirarên mezin bi xwe re tînin. Di heman demê de karakterê qirker ê dewleta Tirk a faşîst careke din destnîşan dike.”

Daxuyaniyê da zanîn ku êrişa li Zaxoyê dide diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hemû pîvanên şer derbas kirine û li dijî hemû pêkhateyan dijminatiya xwe dike û hate gotin: “Ev hemû encama fetisandina civîna Erdogan a li Tehranê ye ku tê de çiraya kesk ne girt ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bike. Dewleta Tirk tu zagon û hiqûqên navneteweyî pêk nayne û rojane sivîlan qetil dike.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bi tundî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û civaka navneteweyî pê haydar dikin ku êrişên dewleta Tirk êdî hemû sînor derbas kirine. Divê li dijî qetilkirina mirovan saziyên navneteweyî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên komkujiya Zaxoyê re dixwazin û şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin. Em dibêjin bila gelê me li hember hemû cureyên êrişan ji têkoşînê re amade be.”

(sb)

ANHA