​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gelê Iraqê banga qutkirina têkiliyan bi Tirkiyê re kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa komkujiya Zaxo, hewldana girtinê ya serokê hikumetê Fethî Başaxa û mijara guhartina avhewayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gelê Iraqê banga qutkirina têkiliyan bi Tirkiyê re kir
22 tîrmeh, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI IRAQÊ BANGÊN QUTKIRINA TÊKILIYÊN DÎPLOMATÎK Û BAZIRGANÎ YÊN BI TIRKIYÊ RE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Iraqê pêncşemê 9 qurbaniyên sivîl oxir kirin. Desthilata navendî ya Bexdayê, Enqere berpirs dît. Li kolana Iraqê hêrs û xemgînî heye û banga boykotkirina têkiliyên dîplomatîk û bazirganî bi Tirkiyê re tên kirin.

Piranî dewletên rojavayî û yên Ereban, mîna DYA, Almanya, Misir, Kiwêt û Behreynê êrişa li ser Zaxoyê şermezar kir û van dewletan banga destpêkirina lêpirsîna li ser êrişê kir û bal kişand ser girîngiya rêzgirtina serweriya Iraqê.

Iraqê hêzên dewleta Tirk bi topbarana li dijî seyrangeha li Zaxoyê ya Dihokê tawanbar kirin.”

‘ALÎGIRÊN DEBÎBE HEWL DIDIN BAŞAXA LI MISRATAYÊ BIGIRIN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Li gel metirsiyên destpêkirina şerekî navxweyî yê nû li Lîbyayê, duh nakokî di navbera her du serokên hikumetan ên li ser desthilatê yên dijber, li Mesrata ya li rojavayê welat çêbû.

Hêzên alîgirên Hikumeta Wehde ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe hewl da hevrikê wî, serokê Hikumeta Îstîqrayê Fethî Başaxa ku destekê ji Meclisa Nûneran werdigire, li Misratayê bigirin.

"Hêzên Hevbeş" li Misratayê di saetên derengiya şeva din de, mala Başaxa dorpêç kir, xwest xwe radest bike yan jî ji bajêr derkeve. Lê piştî wê hin welatiyên Misratayê erebeyên biçek ên girêdayî "Tûgaya Hitîn" û "Lîwa Mehcûb" berê xwe da mala Başaxa ku biparêzin û bang li "Hêzên Hevbeş" kir ku xwe radest bikin û çekên xwe deynin. Wê yekê jî hişt ku ew ji wir vekişin."

‘GUHARTINA AVHEWAYÊ NÎŞANEYÊN PÊLÊN ZÊDE YÊN GERMAHÎ Û ŞEWATAN’

Li ser guhartina avhewayê rojnameya Itîhad Îmaratî jî wiha nivîsî: "Pêlên germa havînê metirsiya ji ber guherîna avhewayê derdixin pêş. Li Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê (DYA) 100 milyon mirov hişyariya germahiya zêde werdigirin û Ewropa jî pileyên germahiyê yên wêranker tomar dike.

Di hefteya borî de pileya germahiyê li başûrê Ewropayê 40 derece derbas kir. Her wiha zanyar û pisporan da zanîn ku sedema guhartina avhewayê çalakiyên mirovan e û tê payîn ku pêla germahiyê ya zêde di dawiya Tebaxê de bigihêje Çînê.

Desthilat şewatên li daristanan ku rûbereke mezin ji başûrê Ewropayê pê ketibû, vedimirînin, lê gotinên hişyariyê der barê nezêdekirina kedên têkoşîna li hember bandorên guhartina avhewayê de hatin kirin. Serokê Amerîkayê Joe Biden got krîza avhewayî mijareke lezgîn e û dê dan û standin li ser vê esasê werin kirin. Lê belê rewşa awarte ranegihand.”

(fr)