Parlamantoya Erebî êrişa li ser Zaxoyê şermezar kir

Parlamantoya Erebî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxoya Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wek “binpêkirina nirxên navneteweyî” bi nav kir û banga rawestandina êrişan kir.

Parlamantoya Erebî êrişa li ser Zaxoyê şermezar kir
21 tîrmeh, 2022   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamantoya Erebî der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxoyêde  daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de got:“Ev êriş binpêkirina nirx û pîvanên navneteweyî ye, her wiha binpêkirina serweriya Iraq û nirxên cîrantiyê ye.”

Parlamanto piştgiriya xwe ji komara Iraqê re nîşan da û bang li dewleta Tirk ku êrişên xwe rawestîne û hurmetê ji serweriya komara Îraqê re bigire û xwedî li rêgezên cîrantiya baş derkeve.

Her wiha parlamanto sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrişa li ser Zaxoyê û selamtî ji birîndaran re xwest.

 (mh)