​​​​​​​Tevgera Azadî: Divê hêzên iraqî li dijî sûcên Tirkiyê dengê xwe derxînin

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) diyar kir ku divê hêzên Iraqê li dijî sûcên Tirkiyeyê dengê xwe derbixin û got: “Eger li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdeng bîn, wê bombeyên Erdogan bên li ser tevahiya malên welatê me.”

​​​​​​​Tevgera Azadî: Divê hêzên iraqî li dijî sûcên Tirkiyê dengê xwe derxînin
21 tîrmeh, 2022   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî komkujiya duh li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) wiha tê gotin: “Divê hêzên Iraqê yên welatparêz dengê xwe derbixin û her tişta ku pêwîste divê bikin pratîkê. Di asta her zilm û neheqiyê, tewan û komkujiyê êdî bêdeng nemînin. Eger vî sûcî qebûl bikin, wê ti kes û aliyek nekare xwe biparêze û pêş bikeve. Di heman demê de wê bombeyên Erdogan bên ser hemû malên vî welatî.

Em di demekî de vê komkujiyê şermezar dikin, rû birûyî bêhelwestî û xiyaneta navxweyî dibîn ku ev gelek zêdetir êşê dide. Ji ber ku hêzên PDK’ê niha bûne sivikkirina giraniya sûcên Tirkiyeyê û bêşermane ketine pey hîncetên anîna dagirkeran.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bang li hemû aliyan kir ku boykota malê Tirkî bikin û tevahiya rêyên dîplomasî, aborî û siyasî yên li gel Tirkiyeyê qut bikin.

Tevgera Azadî diyar kir ku helwesta şermezane ya hinek Kurdên li Iraqê û Kurdistanê xizmeta siyaseta li dijî Kurd dike.