Li Derayê dewriyeyeke hikumeta Şamê hat hedefgirtin: 2 efser hatin kuştin

Li rojhilatê Derayê mayînek bi dewriyeyeke hêzên hikumeta Şamê de teqiya. Di encamê de 2 efserên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin leşker birîndar bûn.

Li Derayê dewriyeyeke hikumeta Şamê hat hedefgirtin: 2 efser hatin kuştin
21 tîrmeh, 2022   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) mayînde bi dewriyeyeke “Polîsên Parastina Ewlehiyê” ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê li herêma Xezer a rojhilatê Derayê ve, teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 efserên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin jî birîndar bû.

Li herêmê hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê seferber bûne.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, bi van daneyan re, ji destpêka salê ve li Derayê 307 êrişên bi rê û rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 264 sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih ên berê “lihevhatin” çêkiribûn, hatine kuştin.