​​​​​​​Berdevkê Meclisa Parastina Xabûr: Divê Asûr ji bo hebûnê xwe li ber xwe bidin

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî diyar kir ku di gel ku dewleta Tirk gefan dixwe da ku gelê Asûr û tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye qir bike, parastin erkê hemûyan e ku divê pêk bînin.

​​​​​​​Berdevkê Meclisa Parastina Xabûr: Divê Asûr ji bo hebûnê xwe li ber xwe bidin
20 tîrmeh, 2022   00:38
HESEKÊ

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îna borî di civîneke çapmaniyê de hişyarî da ku eger dewleta Tirk hewl bide herêmên din ên Sûriyê dagir bike dê rastî hêzên tevahî sûriyan were. Her wiha ragihand ew amede ne li hember dagirkeriyê bisekinin û herêmên xwe biparêzin.

Têkildarî wê, berdevkê Meclisa Parastina Xabûr Nebîl Werde destnîşan kir ku gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî axa Sûriyê û tevahî gelên Sûriyê bi taybet Asûr ji destpêka avabûna DAIŞ'ê ve hene û got: “Armanc jê ew e ku sûriyan ji axa wan koçber bikin. Ji sala 2015'an ve dagirkeriya Tirk li dijî  hebûna gelê Asûr gefan dixwe û bi êrişên li dijî herêmên Asûr, bi rê û rêbazên cuda armanc dike wan tune bike.”

Werde diyar kir ku Hêzên Parastina Xabûr a Asûrî amede ne ku li hember êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriye bisekinin û got: “Em ê bi tevahî rêbazan li hember êrişan bisekinin. Di vê qonexê de em ne weke berê ne. Em ê li kêlka tevahî hêzan parastina herêmê bikin. Em rê nadin ku gelê me careke din koçber bibe.”

Werde anî ziman ku hemû gel û tevahî hêzên di bin ala QSD'ê de berpirsên parastinê ne, her wiha got, erkê wan ne ku bersiva êrişan bidin û herêmê biparêzin.

Werde îşaret pê kir hêzên Meclisa Parastina Xabûrê li rex hêzên din cihê xwe di xendakan de digirin û got: ”Em di nav gelê xwe yê Asûr de digerin û wî li ser rewşa dawî agahdar dikin û hişyar dikin. Em teqezî bi mayîn û berxwedanê dikin. Ji ber ev pêvajo derfeta dawî ye ji bo gelê Asûr ku li ser vê axê bimîne.”

Werde diyar kir ku eger gel li hember dagirkeriyê û çeteyên wê neskinin, gelê Asûr dê ber bi tunebûnê ve here, ji ber vê yekê divê gelê Asûr ji bo hebûna xwe li ser vê axê, fedakarî bike.

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûr Nebîl Werde ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re peyamek şand û got: “Em ê Til Temirê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re bikin goristan.”

(dm)

ANHA