Li paytexta Fînlandiyayê Şoreşa Rojava hate silavkirin

Li Helsînkiyê bi boneya salvegera 10’an a Şoreşa Rojava û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek hate lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiyayê Şoreşa Rojava hate silavkirin
19 tîrmeh, 2022   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytext Helsînkiyê ya Fînlandiyayê bi boneya silavkirina salvegera 10’an a Şoreşa Rojava û ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Tora Piştgiriya Kurdistanê (Kurdistan Solîdarîtî Verkosto) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), hate organîzekirin. Gelek rêxistinên cuda yên weke antîfaşîst, femînîst, ciwanên çepgir û ciwanên komunîst tev li çalakiyê bûn.

Girseya gel li Qada Konsolaîstorî bi daxuyaniyê dest bi çalakiyê kir. Di daxuyaniyê de piştevaniya Fînlandiya ya ji bo dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel ji Qada Konsolaîstorî heta qesra Serokkomariyê meşiya. Li vir girseyê bertek nîşanî Serokkomar Sauli Niinisto da.

Girseya gel ji vir jî heta Qada Senatîntorî meşiya.

Çalakî bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.