Di pîrozbahiya li Qamişlo de soza parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn

Di dawiya pîrozbahiya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya li Qamişlo de soza xurtkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê li hemberî gef û êrişên Tirkiyê hate dayîn.

Di pîrozbahiya li Qamişlo de soza parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn
19 tîrmeh, 2022   20:10
QAMIŞLO

Îro li qada Stara Şehîdên 12`ê Adarê pîrozbahiya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dirûşmeya "Di salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" şahiyek hate lidarxistin.

Bi hezeran pêkhateyên herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi cilên xwe yên folklorî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li cihê pîrozbahiyê ala TEV-DEM, PYD, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên rêber AbdullahOcalan û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî hatibûn daleqandin.

Di pîrozbahiyê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, Kongra Star, pêkhateyên ereb ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah ve, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axaftin hatin kirin û teqezî li ser bilindkirina têkoşînê û girêana bi destkeftiyên şoreşê ve hate kirin.

/ar/uploads/files/2022/07/19/194210_img_9945.webp

Her wiha bi beşdarbûna zêdetirî 50 hunermenên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê starn û govend hatin pêşkêkirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.

ANHA