Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê: Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin

Hevserokê Meclisa kantona Hesekê girîngiya berxwedanê ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî diyar kir û got: “Biryara me di vê der barê de di cih de ye. Em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekine.”

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê: Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin
19 tîrmeh, 2022   09:28
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand.

Di çarçoveya tedbîrgirtinên ji bo qonaxa bê de û ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê herêmê bi giştî û endamên saziyên xwe li gor bingehên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dike.

Girêdayî mijarê, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ragihandina rewşa awarte civînên xwe yên giştî û yên bi endamên saziyan re zêdetir  kirin, da ku metirsiya vê qonaxê û armancên dagirkeriya Tirk bi wan bide naskirin.

Silêman got: “Biryara me ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî dê cidî be.”

Silêman di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku civînên wan ên giştî li ser bingeha perwerdekirina gel ji bo têkbirina êrişên li dijî herêmê li dar dikevin û got: “Perwerdekirina gel têgeha şerê gel ê şoreşgerî ye ku hevgirtina gelan, sekna li kêleka hêzên xwe yên leşkerî û bi xwe parastina herêmên xwe dike armanc. Ev têgeh li ba gelên herêmê hatiye naskirin û eger çi êriş bi ser herêmê de were, ew dê têkeve piratîkê.”

Şerê gel ê şoreşgerî, berxwedana gel e li gor bingehên parastina rewa û sekna li hember êrişan e ku tê de gel xwe dispêre xwe heta pêkanîna serkeftinê.

Silêman wiha domand: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êriş û gefan ew e ku xaka Sûriyê dagir bike û tev li nexşeya Tirkiyê bike nexasim piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye.”

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê, Xebat Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo têkbirina êrişên dagirkeriyê xwe li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û li kêleka hêzên xwe bisekinin, her wiha banga têgihiştina rastiya planên dewleta Tirk a dagirker kir.

 (mh)

ANHA