​​​​​​​Projeya ''NATO`ya Erebî''; di navbera cidiyetê pêkanînê û naskirina helwestan de

Hemwextî  serdanên serokên dewletên Kendav û Misirê û serdana serokê Amerîka Joe Biden ji bo Rojhilata Navîn, behsa avakirina ''NATO`ya erebî'' tê kirin. Cidiyeta vê projeyê çi ye? Armancên wê çi ne? Gelo pêkanîna wê hêsan e?

​​​​​​​Projeya ''NATO`ya Erebî''; di navbera cidiyetê pêkanînê û naskirina helwestan de
19 tîrmeh, 2022   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Serokê Amerîka Joe Biden gera xwe ya Rojhilata Navîn bi dawî kirin. Biden serdana Îsraîl û Erebistana Siûdî kir. Her wiha bi serokên welatên Kendavê, Urdun, Misir û Iraqê re civiya. Ev serdana wî ya yekemîn a li herêmê ye ji dema ku gihaştî  ve di Çileya 2021`ê de. Di van hevdîtinan de çend xalên sereke, ku bingeha wê sekna li hember “Îrana nukleerî” bû, hatin nîqaşkirin.

Beriya vê serdanê, gelek civîn di navbera serokên Erebistana Siûdî, Urdun, Misir, Îmarat û Qeterê de li dar ketin.

Li gorî raporan, rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden hewl dide zextê li hevalbendên xwe yên Ereb bike da ku hevpeymaneke leşkerî ya herêmî ya bi navê "NATO`ya Erebî" ava bikin ku ji aliyekî ve welatên Meclisa Hevkariya Kendavê, Misir û Urdun li hev kom dike û ji aliyê din ve jî Îsraîlê, ku navika wê ya yekem "Peymanên Abraham bû.

Rêvebiriya Amerîkayê bi pêkanîna hevpeymaneke wiha dixwaze valahiya ku dibe ku ji ber vekişîna Waşîngton ji Rojhilata Navîn derkeve, tije bike da ku Moskov, Pekîn û Tehran ji vê yekê sûd wernegirin.

Hin rapor jî fikrê "NATO`ya Erebî" bi normalîzekirina têkiliyên ereban bi Îsraîlê re di çarçoveya peymanên Ibraham de girê didin, ji ber ku rêveberiya DYA`yê di wê baweriyê de ye ku ew dikare bi rêya ''NATO`ya Erebî'', Îsraîl û dewletên Kendavê nêzî hev bike, ji ber ku armanceke hevbeş a sereke di navbera wan de heye ku sekna li hember Îranê ye. Her wiha ji bo rêveberiya Amerîkayê bi hundirê xwe, sekan li hember ''Rûsyaya nû'' û ''Çîna mezin'' mijul bibe.

Lê belê, daxuyaniyên rayedarên Ereb nîşan didin ku fikrê armanckirina Îranê bi rêya "NATO`ya Erebî" dûrî pêkanînê ye. Ji ber ku şêwirmendê dîplomasî yê Serokê Îmaratê Enwer Qarqaş roja înê got ku Îmarat "wê nebe beşek ji eniya li dijî Îranê". Ji wê zêdetir Riyad bi Tehranê re li Bexdayê diyalogan li dar dixin da ku atmosfera di navbera her du welatan de aram bike.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Mîrza Feysel Bin Ferhan Al Siûd roja şemiyê agahiya wî li ser danûstandinên têkildarî avakirina hevpeymana berevaniyê ya Kendav-Îsraîl, derewand û teqez kir ku welatî wî beşdarî danûstandinên bi vî rengî nabe.

Çavdêran diyar kirin ku ne pêkan e ku raya giştî ya welatên erebî hevpeymaneke wiha qebûl bikin, ruxmî hebûna berjewendiyan di navbera Washington, Til Eviv û dewletên erebî yên dijberî Îranê de. Li aliyekî din jî, hinek çavdêr destnîşan kir ku proje cidî ye û hinek din jî bi propagendaya çapemeniyê bi nav dikin.

'GELEK ASTENGÎ LI PÊŞIYA "NATO`YA EREBÎ" HENE'

Der barê vê mijarê de lêkolîner û pisporê kar û barên Amerîkayê Joe Macaron ji ajansa me re axivî û got, ev proje dem bi dem vedigere rojevê, lê gelek astengî hene û li gorî asoya nêz derbaskirina wan zehmet e.

Macaron wiha diyar kir: "Têkilbûna berjewendiyan di navbera rejîmên erebî û Îsraîlê de, nayê wateya avakirina tiştekî wek NATO`ya erebî, nemaze ku her aliyek hevbendiyên wê yên taybet, sazumaniyên ewlehiyê û mekanîzmayên girtina biryarên leşkerî hene. Li rex wê, helwestên wan ên taybet li hember danûstandina bi Îranê re hene.``

'AMERÎKA XWE JI MOSKOV Û PEKÎNÊ RE VALA DIKE'

Çavdêr îşaret pê dikin ku girêdaneke xurt navbera projeya plankirî ya ''NATO`ya Erebî'' û vekişîna gav bi gav a Amerîka ji Rojhilata Navîn û eleqedariya Washingtonê bi Çîn û Rûsyayê re heye.

Macaron di vê çarçoveyê de got: "Rêvebiriya Biden normalîzekirina erebî-îsraîlî dixwaze, lê berovajî rêveberiya Trump pêk were ku nabîne mîsyona vê normalîzekirinê tenê ji bo pêşîgirtina li Îranê ye. Rêveberiya Biden di wê baweriyê de ye ku normalîzekirinek bi vî rengî bi peymanek nukleerî bi Îranê re dibe sedema aramkirina herêmê. Bi vî awayî rê dide Washingtonê ku jêderên xwe li Rojhilata Navîn bike mijarên pêşîn ên bilez mîna sekna li hember Çîn û Rûsyayê."

Çavdêran “vekişîna neplankirî ya Amerîkayê” ji herêmê wek kêmbûna rola Amerîkayê li herêmê nirxand, ku li dû wê tevliheviyên siyasî û ewlehiyê hatin. Lê Donald Trump di rojên dawî yên desthilatdariya xwe de hewl da ku taybetmendiyên stratejiya awarte ya amerîkî li hember herêmê di Peymanên Abraham de xêz kirin û  Îsraîlê tev li herêma operasyonên fermandariya navendî (Centcom) bike da ku hebûna ewlehî û leşkerî ya Tel Aviv li herêmê xurt bike û piştre avakirina NATO`ya erebî-îsraîlî pêk were.

Derbarê pêwendiya di navbera NATO`ya Erebî û Peymanên Abraham de jî, Macaron wiha got: “Ramana NATO`ya Erebî beriya Peymanên Abraham bû, lê piştî gerên normalîzekirinê xurttir bûnş ku di van salên dawî de dest pê kiribûn. Lê wisa dixuye ku Amerîka û Îsraîl ji piraniya rejîmên erebî bi coştir in ku vê normalîzekirinê di aliyên siyasî û ewlehî de pêk bînin.”

(şx)

ANHA