ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2022
18 tîrmeh, 2022   23:00

-Pêkhateyên Herêma Cizîrê salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo pîroz dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk sibe (sêşemê) bi dirûşa “Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj” komcivîneke navneteweyî li Hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Herêma Firatê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê pîroz dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa kantona Hesekê girîngiya berxwedanê ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî diyar kir û got: “Biryara me di vê der barê de di cih de ye. Em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekine.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê û şêniyên navçeya Tirbespiyê pêwîstiya destekdayîna daxwaza Însiyatîfa Partiyan a girtina qada hewayê ya herêmê û rêgirtina li pêşiya dagirkeriya Tirk kir û gotin ew amade ne çek rakin û li hember hemû êrişên li dijî herêmê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemwextî  serdanên serokên dewletên Kendav û Misirê û serdana serokê Amerîka Joe Biden ji bo Rojhilata Navîn, behsa avakirina ''NATO`ya erebî'' tê kirin. Cidiyeta vê projeyê çi ye? Armancên wê çi ne? Gelo pêkanîna wê hêsan e?

- Ji rêveberên Saziya Olî ya Herêma Firatê Şêx Ebdurehman Şewket diyar kir ku xweparastin erkekî pîroz e û bang li şêniyan kir ku li hemberî êrişên ji derve gotin û helwesta xwe bikin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Foza Yûsif bang li pêkhateyên Sûriyê kir ku hevgirtî bin û li dijî dewleta Tirk a a dagirker xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade bikin. Her wiha bang li jinan kir ku îradeya berxwedanê geş bikin. Foza Yûsif bi boneya Şoreşa 19'ê Tîrmehê  jî got: "Divê em bixebtin da ku nameya xwe bighînin tevahî herêmên din ên Sûriyê ku me şoreşek afirandiye ku ji tevahî gelê sûriyan re rêya xilasiyê." (BI WÊNE).

JIN

- Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de jinan di hemû qadan de gelek destkeftî bi dest xistin, êdî şoreş bi navê jinê tê naskirin. Bi pêşengtiya jinên têkoşer jinên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriy mafên xwe vegerandin ku bi salan ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hatibûn çewisandin. Gelo ev destkeftî çi ne?

ANALÎZ

- Bi bîstên salan herêm û gelên wê hatibûn parçekirin, rewşa pergala dewletnetewe û îslamperest li ser herêmê hatibû ferzkirin. Van pergalan di rêvebirina gelan û welatan de bi bin ketin, xizanî, bêkartî û înkarkirin û yekalî zêde bibûm, nemaze netewperest ku mutleq girêdayî hegemoniya cîhanî û kapîtalîzmê ya ku berhêmên herêmê û gelên wê dizîn û talan kirin, qirkirina komî û qirkirina etnîkî û guhertina demgorafîk pêk dianîn da ku netewe dewletan ava bikin ku dûrî çand, nirxên herêmê û mirovahiyê ye ya ku bi pirrengiya xwe ya neteweyî, olî, mezhebî dihat naskirin.

ANHA