​​​​​​​Mala Êzidiyan: Şoreşa 19'ê Tîrmehê têgeha şoreşa kilasîk rast kir

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê salvegera 10'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Ev şoreş têgeha şoreşa kilasîk rast kir."

​​​​​​​Mala Êzidiyan: Şoreşa 19'ê Tîrmehê têgeha şoreşa kilasîk rast kir
18 tîrmeh, 2022   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an, ji civakê dest pê kir û her tişt jê re pêşkêş kir, meclis hatin avakirin ku pêş ketin û bûn bingeha sazîbûnê ku layîqî elaqedariyê ye, her wiha li hemberî dagirekeriya Tirk sekinî. "

Her wiha hate diyarkirin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemberî kesên ku hewl dan êrişî Hesekê, Şengal û Kobanê bikin, sekinî û ji cîhanê re bû mînak

Di daxuyaniyê de hate got, tevî şerên taybet û yên eşkere şoreşê xeta avakirinê didomîne ku bûye rastiyek li ser erdê û hemû pêkhate bi qenaet li derdora wê kom dibin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê di dawiyê de Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Em rola şoreşê û nirxên wê yên giranbuha, bilind dinirxînin û vê yekê wekî rastkirina têgeha şoreşa klasîk dihesibînin. Ev jî cihê serbilindahiyê ye ji ber ew xilaskar e û dê wiha bimîne."

ANHA