Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê… Li Beyrûtê PYD’ê şahiyek li dar xist

Partiya Yekitiya Demokratîk îro li Libnanê şahiyeke girseyî bi boneya salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dar xist.

Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê… Li Beyrûtê PYD’ê şahiyek li dar xist
18 tîrmeh, 2022   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li paytexta Lubnan, Beyrûtê şahiyeke girseyî li dar xist.

Di destpêka şahiyê de daxuyaniyên pîrozbahiyê hatin xwendin. Piştre Koma “Welat Roj” a stranan, stranên şoreşgerî pêşandan û şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(mh)

ANHA