`Dagirkerî wê nikaribe rê li pêşiya gel bigire ku welatekî demokratîk a azad û pirreng ava bike`

Beşdarên civîna Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bend û qeydên ku hikumeta Şamê danîne şikandin, rola jinan di civakê de xurttir kir, têgeha jiyana hevbeş di navbera gelan de sepand. Her wiha teqez kirin ku dagirkerî wê nikaribe rê li pêşiya gel bigire ku fikrên şoreşê di avakirina welatekî demokratîk, azad û pirreng de bike bingeh.

`Dagirkerî wê nikaribe rê li pêşiya gel bigire ku welatekî demokratîk a azad û pirreng ava bike`
18 tîrmeh, 2022   13:47
HELEB

Partiya Sûriya Pêşrojê şaxê Helebê bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê civînek li dar xist. Di civîna ku li hola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê de destkeftiyên şoreşê nîqaş kirin. Gelek nûnerên partiyên taxê, saziyên civaka sivîl û alîgir, endamên partiyê tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo axivî.

ŞIKANDINA QEYDAN Û PÊŞKÊŞKIRINA TÊGEHÊN RASTÎN

Leman Şêxo destnîşan kir ku ji destpêka avabûna dewleta Sûriyê ve piştî derketina Fransayê, tu şoreş li dar neket, lê belê derbeyên leşkerî li dû hev rû dan û rejîma Baas desthilat kontrol kir, hemû nasname û netewên li erdnîgariya Sûriyê ji bilî ya erebî paşguh kir û pirrengiya partiyan û kombûnan qedexe kir.

Leman Şêxo behsa siyaseta hikumeta Şamê kir ji destpêka lidarketina xwepêşandanan li Derayê navîna Adara 2011`an û got: “Hikumeta Sûriyê xwepêşandan pelçiqand û di encamê de rewş li gelek herêmên Sûriyê aloz bû.”

Her wiha Leman Şêxo îşaret bi destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê kir û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê qeyd û bendên hikumeta Şamê şikandin û şoreşeke rastîn pêşkêş kir. Vê şoreşê, jinan rizgar kir û civak azad kir û hişt ku xwe bi xwe li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi rêve bibe.”

Leman Şêxo di dawiyê de got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê, şoreşek bû ku gelên Rojhilata Navîn ji gelek serdeman ve li bendê bû.”

CUDAHIYA DI NAVBERA ŞOREŞ Û TEVLIHEVIYÊ DE

Di civînê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Henaa Kerdûş axivî û got: “Divê em ferqê bikin navbera şoreş û tevliheviyê. Şoreş di nav xwe de guhertinekê dihewîne ku civakê bi pêş dixe, dest bi destkeftiyan yan jî saziyên ku xizmeta civakê dikin nade lê belê pergalên desthilatdar dike hedef ku hewl didin gelan bindest bikin.”

Henaa Kerdûş Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi şoreşa herî serkeftî bi nav kir ku xizmeta gel li herêmê kir bi rêya pêkanîna guhertinê li ser bingeha pêşxistinê. Her wiha teqez kir ku ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşê; xurtkirina rola jinan, sepandina jiyana hevbeş li hember astengiyan.

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Arif Ebid di civînê de axivî û diyar kir ku şoreş ji aliyê hêzên şoreşgerî yên nîştimanî ve û bi destekdayîna gel hatiye lidarxistin û destnîşan kir ku birêxistinkirina gel û meşandina têkoşînê ji bo parastina herêmê ji tevliheviyê ji girîngtirîn sedemên ragihandina şoreşê bû.

Endama Akademiya Kongra Star Meqbûle Elo jî got lidarxistina şoreşê zemîna ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir da ku bibe tecrubeyeke pêşeng a demokratiyê li Rojhilata Navîn.

Meqbûle Elo destnîşan kir ku dagirkirina herêmê ji aliyê Tirkiyê ve, wê nikaribe rê li pêşiya gel bigire ku fikrên şoreşê ji xwe re bikin bingeh ji bo avakirina welatekî demokratîk a azad û pirreng.

(şx)

ANHA