Jinan  qetilkirina rojnamevan Menal El-Mizel şermezar kir

Meclisa Edaleta Jinan a Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyên cuda qetilkirina rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir li kujeran bigerin û hesab ji wan bixwazin.

Jinan  qetilkirina rojnamevan Menal El-Mizel şermezar kir
Jinan  qetilkirina rojnamevan Menal El-Mizel şermezar kir
Jinan  qetilkirina rojnamevan Menal El-Mizel şermezar kir
Jinan  qetilkirina rojnamevan Menal El-Mizel şermezar kir
18 tîrmeh, 2022   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Edaleta Jinan a Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê û nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenbûiya ya Reqa, Minbic û Dêrazorê bi daxuyaniyên cuda qetilkirina endama ragihandinê ya Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel şermezar kir.

Bi dehan endamên Meclisa Edaleta Jinan û Kongra Star li ber navenda Edaleta Jinan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê kom bûn. Endama rêveber a Meclisa Edlaleta Jinan Fatîma Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev kiryarên hovane û binpêkirinn derexlaqî û dermirovî, ne qanûn û ne jî ol qebûl dikin. Ev kiryar vîna jina azad dike hedef.

Her wiha hate diyarkirin ku her tim jim, çi sivîl be an leşker be yên ku ji bo pêkanîna edalet, wekhevî û bidawîkirina zilm û desthilatdariyê kar dikin, dibin hedef û hate got ku Hevrîn Xelef, Zehra, Emîne û Sosîn mînakên vê yekê ne.

Meclisa Edaletê Jinan a Kongra Star  li rêxistinên navneteweyî, hiquqî û rêxistinên jinan ên azad ên li cîhanê kir ku li dijî van sûcên jinan dike armanc bi erka xwe rabin û wiha hate domandin: "Ji aliyê xwe ve em ê li hemberî zihniyeta desthilatdar a ku jina azad qebûl nake, li ber xwe bidin. Ji ber ku jin di têkoşîna ji bo azadiyê de her tim li pêş e û ji bo ku gel bi ewlehî li ser xaka xwe bijî fedekaryên mezin dan."

Li aliyekî din jî Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya a Reqa bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Dîwana Edaleta Civakî ya Dêrazorê kir ku cezayên tund li dijî sûcdarê ku rojnamevan Menal Salih El-Mizel qetil kiriye, bibire.

Berdevka Komîteya Edaleta Civakî ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Zehre Şelaş bi beşdariya bi dehan endamên nivîsgehê û li pêşiya navendê kombûnê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina jinan hate şermezarkirin û wiha domdarî dayê: "Di vê demê de gelek bûyerên qetilkirinê pêk hatin, ji wan sûcê qetilkirina rojnamevana Komîteya Jinan a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel e ku bi awayekî hovane û dermirovî pêk hat."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Gelo kijan mezheb an ol vî kiryarê hovane yê li dijî jinên qebûl dike?, taybet jinên ku di projeya ku banga azadiya jinan dike û kevirê bingehîn ê projeya Rêveberiya Xweser danîne de hebûn û cesareta xwe îsbat kirine."

Kombûnna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê diyar kir ku ew ê dengê bigihînin çi kesên hewl didin vîna jinan bişkînin û heta ku tune bibin berdewam bikin û got,hedefgirtina jinan tê wateya hedefgirtina projeya neteweya demokratîk.

Kombûna Jinan a Zenûbiya a Reqayê di daxuyaniyê de bang li Meclisa Dîwana Edaleta Civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku sûcdaran bişopînin û cezayên tund li ser wan bibirin.

Têkildarî mijarê nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Minbic û Dêrazorê bi daxuyaniyên cuda qetilkirina rojnamevan Menal Salih El-Mizel şermezar kir.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Fadiye Resûl bi beşdariya endamên saziyên taybet bi jinan û nûnerên partiyên siyasî li pêşiya navendê xwend.

Li Dêrazorê jî endama rêveber a Komîteya Jinan a bajarokê Cezre Lîna Silêman daxuyanî li pêşiya navendê xwend.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku her tim jin dibin qurbanên edetên civakî yên şaş û dibin qurbaniyên şer û zihniyeta hişk a paşverû.

Her wiha bang li aliyê têkildar hate kirin ku cezayên giran bidin kujeran da ku edalet pêk were.

(eh)

ANHA