Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê peyamek da

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê diyar kir ku dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lehengî li hember her êrişekê Ii ber xwe bidin û got “Dê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo mirovahiyê bibe nimûne.”

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê peyamek da
18 tîrmeh, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşeke civakî û demokratîk e, li ser fikirên rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye ku xizmeta civakan û gelan di avakirina rêveberiya hevbeş, pêkanîna azadî, biratî û wekheviyê de dike.

Însiyatîfê bi bîr xist ku di 10 salan de li dijî hovtirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê (DAIŞ) û alîgirên wê, her wiha li hember zihniyeta înkarkirinê ya li gorî ferasteta rejîma Baasê ya dîktator û li hember hemû rengên şerê taybet têkoşîn hat meşandin.

Di dewama daxuyaniya însiyatîfê de wiha hate gotin: “Rêveberiya Xweser a Demokatîk karîbû hemû netewe, çand û olan bike yek, wekheviyê di navber mêr û jinan de pêk bîne, rêxistinên terorîst têk bibe û ji bo hemû şoreşger û demokrasîxwazên cîhanê bibe çavkaniya îlhamê.

Ruxmî hemû êrişên hov jî, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmenên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hev re ji bo parastina deskeftiyên xwe kar bikin, bi lehengî li djiî êriş û dijminahiyan bisekinin. Di heman demê de dê avakirina projeya xwe ya şartistaniya demokratîk bidomînin da ku hêjayî fedekariyên ji bo avakirina civaka azad-polîtîk, demokratîk û ekolojîk hatine dayîn derkevin. Dê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji mirovahiyê re bibe nimûne.”