​​​​​​​Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê: Em ê ji qonaxa parastinê derbasî rizgarkirina herêmên xwe bibin

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso destnîşan kir ku şêniyên Efrînê yên koçber ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dipejirînin û got: “Şênî dê ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa rizgarkirina deverên dagirkirî bibin.”

​​​​​​​Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê: Em ê ji qonaxa parastinê derbasî rizgarkirina herêmên xwe bibin
18 tîrmeh, 2022   01:56
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Berpirsyarên payebilind ên dewleta Tirk a dagirker di dema dawî de gefên xwe yên pêkanîna êrişekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim Minbic û Til Rifet ên ku bi deh hezaran koçberên Efrînê di nav xwe de dihewînin, bi armanca guhertina demografî, girantir kirin.

Bihaneyên ku berpirsyarên dewleta Tirk a dagirker derdixin tenê ji bo veşartina armancên xwe yên rastîn in, dagirkirina herêman ji Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê re derewên wan nîşan didin.

Bi  zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan re, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilayê Sûriyê di 6’ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê, Mihemed Naso têkildarî armancên dewleta Tirk ji êrişan, ragihandina rewşa awarte, tedbîrgirtinên ji bo têkbirina êrişan û rizgarkirina deverên dagirkirî, axivî.

Mihemed Naso wiha anî ziman: “Piştî êrişeke hovane li ser kantona Efrînê ku dewletên cîhanê çavên xwe lê girtin, her wiha piştî pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên Efrînê û koçberkirina wan, hê jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di êriş û pêkanîna komkujiyan li dijî me berdewam in.”

Naso wiha domand: “Di dema dawî de, nexasim piştî gefên serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ku dê êrişeke nû li ser herêmê pêk bîne, artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku li gundên derdora kantona Şehbayê bi cih bûne bajarê Til Rifet û gundewarê wê dikin hedef, Li hember wan gefan berxwedaniyeke mezin ji aliyê şêniyan ve tê meşandin. Lê ev yek di nava bêdengiya bi şik a civata navneteweyî û dewletên garantor ên li hember van gefan tê kirin."

'RAGIHANDINA REWŞA AWARTE JI BO PARASTINA GEL Û DESTKEFTIYAN E'

Têkildarî rewşa awarte ku li herêmê hatiye ragihandin, Mihemed Naso anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rojane rastî êrişên hovane û yên bi dronan tê, rewşa awarte ragihand.

Naso wiha got: “Parastina xakê mafekî rewa ye, em rê nadin dijmin ku ji bo pêkanîna planên xwe yên dagikirinê yê Mîsaqî Millî xaka ma dagir bike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Naso wiha destnîşan kir: “Tevî dorpêç û topbarana rojane jî, em wek şêniyên herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û tirkmenên xwe ji komîn heta bi meclisan ve amade ne li hember van êrişan bisekinin.”

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şêniyên herêma Efrînê dê ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bibin û got, her êrişek li dijî şêniyên Efrînê dê bibe sedema berxwedaniyeke mezin û rizgarkirina Efrînê.

 (mh)

ANHA