​​​​​​​Siyasetmedar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê nûnertiya xeta rasteqîn a dîrokî dike

Siyasetmendarên kurdistanî destnîşan kir ku gelên dewletên Rojhilata Navîn pêdiviya wan bi tecrûbeya demokratîk a li Rojava heye û gotin: "Ev şoreş xwedî cewhereke mezin e û hêviyeke mezin dide gelan."

​​​​​​​Siyasetmedar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê nûnertiya xeta rasteqîn a dîrokî dike
17 tîrmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANE SEYDÎ

Bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê siyasetmedarên kurdistanî ji ANHA'yê re axivîn.

'ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ LI SER ESASÊ EXLAQÎ Û WIJDANÎ LI HEMBERÎ ZILMÊ DERKET'

Serokê Akademiya Siyasî û Fikir a Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Dr.Kamûran Berwarî Şoreşa Rojava bi van gotinan wesifand: "Şoreşa Rojava yek ji şoreşên herî pîroz di dîrokê de ye, ji ber ku li ser esasê exlaqî û wijdanî li hemberî zilma ku dighêje bi hezarên salan a ku dewlet netewe, derket. Şoreşa Rojava hêviyek da gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn."

Berwarî anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê nûnertiya xeta dîrokî ya rasteqîn dike û banga avakirina mirovekî bi cewherê xwe yê rasteqîn ku bi her tiştên di gerdûnê de bi hevsengî nêzîk dibe, dike. Her wha got: "Ev şoreş tu xeteriyê li ser Dewletên Yekbûyê yên Amerîka, an Rûsya an Çînê çênake wekî ku idîa dikin. Her wiha tu xeteriya wê li ser Tirkiyê, Îran, Sûriya û Iraqê tune ye. Lê banga bi dawkirina demokrasiya sexte û îslama sexte dike. Ev şoreş banga demokrasiya rast û îslama rast dike ku layîqî gelan e û çareseriyan ji hemû pirsgirêkan re dibîne."

Berwarî da zanîn ku çavê cîhanê li Rojava ye, ji ber şoreşeke mirovî ye û alternatîfa pergala cîhanî ya ne li gorî hêviyên gelan e.

Dr. Kamûran Berwarî bi domdarî got: "Civakên li rojava û rojhilat li kuderê cîhanê bin, li wekhevî û edaleta demokratîk digerin. Ev hemû li Rojava hene. Ev hêviya mirovahiyê ye çi Xiristiyan be, an Misliman be an jî Cihû be ku mafên wan di vê şoreşa navneteweyî de hene. Ev şoreş li ser esasekî dirust û dûrî berjewendiyên partiyetî an kesayetî dest pê kir.''

Têkildarî aloziyên ku li Rojhilata Navîn belav bûne, Berwarî wiha got: "Pêwîstiya gelek dewletên Rojhilata Navîn di serî de dewletên dagirkerên Kurdistanê bi tecrûbeya projeya demokratîk a li Rojava heye. Ev proje ne tenê xizmeta gelekî dike, lê milkê tevahî gelan e, her wiha civakên rojavayî ku ji ber pirsgirkên siyasî, entnîkî û bawerî azaran dikişînin, dikarin sûdê ji projeya demorkatîk a li Rojava bigirin, ku her yek li gorî erdîngarî, xwezaya mirovî be da ku îrade û hêza civakî were avakirin."

Kamûran Berwarî di dawiya axaftina xwe de got: "Bi qasî ku dijminên şoreşê hene, kesên bi aqil û hezkiriyên aştiyê li derdora cîhanê çi li Brîtaniya yan jî Îsraîlê ya jî cihên din hene ku destekê didin berdewama vê şoreşê û projeya li Bakur û Rojhilatê wekî projeyekê dibînin ku di demên bê de dikarin di rêvebirina civakan de xwe bispêrinê. Têkbirina şoreşa Rojava dê aloziyên cîhanê kûrtir bike. Şoreş ji pirsgirêkên siyasî û civakî hêviyên çareseriyê ne ku birêz Ocalan pêşkêş kirine."

'LI GEL ŞOREŞA ROJAVA ÇARESERIYÊN MODERN HENE'

Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî got, projeya neteweya demokratîk a ku şoreşa Rojava hilgirtiye, hebûn û nasnameya gelan înkar nake, lê belê xwe dispêre xwerêvebirina gelan ku her yek bi çand û baweriya xwe bijî.

Her wiha anî ziman ku ev proje ji bo pêşxistina tebeqeya kedkaran, pêkanîna wekheviya zayendî û edaleta civakî kar dike, ji pirsgirêkên zayendperestî û pirsgirêka bingehîn a jîngehê çareseriyan pêşkêş dike.

Hasan Ozguneş diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê di aliyê navarok û hêza çareserkirina pirsgirkên civakî de ji şoreşa Bolşevîk ku di sedsala borî de li Yekitiya Sovet pêk hatiye, ne cûda ye û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava çareseriyên modern pêşkêşî tevahî mirovahiyê dike û girîngiyê dide rola jin û ciwanan. Em dikarin  wê bi şoreşa cîhanê ya duyemîn di dîroka mirovahiyê de, piştî şoreşa neolîtîkê  a li Kurdistanê bi nav bikin."

Ozguneş destnîşan kir ku hêzên hegemon ên kapîtalîzmê ragihand ku ew veguheriyê hêzeke mutleq li cîhanê piştî hilweşîna sosyalîzma tund û texmîn kir ku cîhanê mehkumê sîstema kapîtalîst e û tu sîstemên din tune ye û wiha got: "Lê ji nişkê ve şoreşek bi projeya demokratîk û adilane bi pêşengtiya jinan li Rojava derket. Ruxmî ambargoya giran ji hemû aliyan ve li ser erdîngariya biçûk, lê ev şoreş di nava hêzên herêmî yên destpotî derket û bi îmkanên gelekî lawaz dewam dike, lê bi îrade û îsrareke mezin pêşxistina vê projeya mezin a ku bûye rojeva cîhanê dewam dike."

Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş di dawiyê de got: "Nirxên mirovahiyê û pîroziyên mirovahiyê yên 10 salan di şoreşa Rojava de xuya dibin. Pergala fikirî û zanistî ya Rojava hêviyeke xurt û moraleke dide ku nayê wesifandin. Ev şoreş cewherekî mezin e dikare yekitiyeke civakî ya bê sînor ava bike û di encamê de dawî li êrişên herêmî yên li pey hev ên li dijî şoreşê bîne."

ANHA