​​​​​​​Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Minbicê hat pîrozkirin

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir.

​​​​​​​Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Minbicê hat pîrozkirin
17 tîrmeh, 2022   18:14
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê, bi dirûşmeya “Bi salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin” şahiyek li dar xist.

Şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û saziyên jinan di şahiyê de beşdar bûn ku li dibistana Xesaniyê ya aliyê rojhilat a bajêr hatiye lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Sûriyê bi tevahî û Minbicê bi taybetî pîroz kir û got,  Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku berhema hevgirtina pêkhateyên herêmê bû, ji bajarê Kobanê de dest pê kir û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.

Sîham Hemo wiha domand: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa guhertin, avakirin û çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê ye, şoreşa guhertinê ye ji ber ku ew hişmendiya tunekirinê diguherîne, şoreşa avakirinê ye ji ber ku wê projeyeke demokratîk ku mafê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze, ava kir.”

Piştre, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got “Gava hemû amûrên dewleta Tirk a dagirker li herêmê bi bin ketin, ew rasterast destwerdana herêmê kir û heta niha jî destwerdan û binkeftinên wan berdewam in. Bi vê boneyê em ji cîhanê re didin îsbatkirin ku em gelekî xwedî şoreş û îrade ne, gava gel bi îradeya xwe ya şoreşgerî û hêzên xwe yên leşkerî ve bibin yek, wê demê tu carî ew têk naçin.”

Şervan Derwîş wiha domand: “Em heta niha jî rastî gefan tên, tevî ku em tu carî şer naxwazin, lê eger şer qewimî bila cîhan tevde li qehremanî û berxwedaniya me ya bêhempa ya bi keda deh salên borî, şahid be.”

Şahî bi girtina govendan û stranên şoreşgerî û folklorî bi dawî bû.

(mh)

ANHA