Şêniyên Dêrazorê: Li hemberî her êrişekî em bi QSD'ê re ne

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.

Şêniyên Dêrazorê: Li hemberî her êrişekî em bi QSD'ê re ne
17 tîrmeh, 2022   17:45
DÊRAZOR

Bi sedan şênî, rûspî, serokeşîr û nûnerên saziyên meclisên xwecih û saziyên sivîl û leşkerî yên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê tev li meşê bûn.

Girseya gel ji pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Kişkiyê ber bi avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Xeranîc ve meşiyan. Şêniyan bi dirûşmeyan dagirkeriya Tirk şermezar kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan.

Li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Xeranîc daxuyaniyek bi navê şêniyan ji aliyê endamê Dîwana Meclisa Herêma Rojhilat Ebdulqehar El-Ehmed ve, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, kiryarên dewleta Tirk a dagirker ji êriş û binpêkirinên li dijî xaka Sûriyê, tu carî ne li gor nirx û pîvanên navneteweyî ne û wiha hate domandin: “Ev ne tiştekî nû ye ji dagirkeriya Tirk a ku bi sedsalan e bedena welatê me parçe dike. Dewleta Tirk a dagirker ji berê de dergeha terorê, xerabî û talankera Sûriyê ye û heta niha jî wisa dike."

Di daxuyaniyê hate gotin: “Li hemberî her êrişeke li ser xaka Sûriyê şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê amade ne û bi hêzên xwe yên leşkerî re ne."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku Sûriyê û gelê wê ji şerê deh salan biparêzin.

Çalakî bi sloganên şermezarkirina dagirkeriyê û silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

 (mh)

ANHA