​​​​​​​Waliyê Mûsilê nerazîbûn nîşan êrişê da û bang li hikumeta Iraqê kir

Waliyê Mûsilê li dijî êrişa îro ya balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ku tê de pênc kesan jiyana xwe ji dest da, nerazîbûn nîşanda.

​​​​​​​Waliyê Mûsilê nerazîbûn nîşan êrişê da û bang li hikumeta Iraqê kir
17 tîrmeh, 2022   18:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Mûsilê Necim Cibûrî derbarê êrişa balefira bê mirov a dewleta Tirk ya li navçeya Telafer a Mûsilê pêk hat de axivî û got, “Îro di saet 14:20’an de balafirek bê mirov li rojavayê bajarê Mûsilê wesayîtek sivîlan hedef girt. Di encamê de pênc kesan jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan jin e.”

Derbarê nasnameya balafirê de Cibûrî eşkere kir balafira bê mirov a Tirkiyeyê bû û got, “Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin ku ewlehiya vê parêzgehê dixe metirsiyê. Ev êriş welatiyan dixe nava metirsiyan. Daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin li beramberî van êrişên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan bide.”

Hêjayî bibîrxistinêye di saetên piştî nîvro de balafirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Dîcle ya navçeya Telafer a girêdayî Mûsilê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de pênc kesan jiyana xwe ji destdan. Yek ji wan ciwanek bi navê Ehmed Cibûrî yê ji Mûsilê ye. Nasnameya çar kesên din heta niha eşkere nebûne.