Şandeyeke ewropî serdana nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê kir

Nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê pêşwaziya çalakvanên siyasî û rojnamevanên ewropî kir.

Şandeyeke ewropî serdana nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê kir
17 tîrmeh, 2022   15:49
SILÊMANÎ

Şandeyek ji çalakvanên siyasî û rojnamevanên ji nasnameyên cûda yên Ewropayê serdana Nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê nûnera Kongra Star li Başûr Lêman Şiwêş û endama desteya rêveber a nûnertiyê Silava Silêman ve hat pêşwazîkirin.

Endamên Kongra Star, pergala kongre, armancên wê û xwezaya karên wan li Başûrê Kurdistanê ji şandeyê re şîrove kirin.

Her wiha bal hat kişandin ser têkoşîna siyasî ya jinên Kurd û rola wan a pêşeng di şoreşa Rojava de ya di bin banê Kongra Star de, xebatên wê di qadên siyasî, rêveberî, civakî, dîplomasî û leşkerî hatin nirxandin.

Endamên şandeyê diyar kir ku armanca wan naskirina têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna jinên Kurd e. Her wiha piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava re anîn ziman.

ANHA