Bangên girtina qada hewayê ya herêmê didomin

Meclisa Kantona Efrînê, Meclisa Malbatên Şehîdan, MSD û partiyên herêma Efrînê tev li banga partiyan girtina qada hewayê ya herêmê li pêşiya balafirên Tirkiyê bûn.

Bangên girtina qada hewayê ya herêmê didomin
Bangên girtina qada hewayê ya herêmê didomin
Bangên girtina qada hewayê ya herêmê didomin
17 tîrmeh, 2022   15:30
ŞEHBA

Îro Meclisa Kantona Efrînê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û partiyên herêma Efrînê têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daxuyanî da û tê de  teqez kir ku ew piştgiriyê dide banga partiyan a têkildarî girtina qada hewayê ya herêmê.

Meclisên sivîl û partiyan, bi daxuyaniyên cuda gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û teqez kirin ku pêwîstiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê her demê bêtir bi herêmên ewle heye da ku xwe ji êrişên dagirkeriya Tirk û DAIŞ`ê biparêzin, ji ber herêmên dagirkirî ji komên terorîst re bûn stargeh.

Her wiha meclis û partiyan bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê bi taybet DYA, Brîtanya û Fransayê û Rûsya Federal kir ku zextan li hember Tirkiyê bikin, qada hewayê ya herêmê bigirin da ku destwerdaneke din pêk neyê ku zirarê bi milyonan sivîl neke.

Partî û meclisan di dawiyê de got ew dengê xwe tev li dengê partiyan dikin ku qada hewayê ya herêmê bê giritin.

(şx)

ANHA