Meclîsa navçeya Til Temir û şandeya fransî rewşa sivîlan û sûcên dagirkeriyê nîqaş kirin

Di civîna ku navbera Meclîsa Navçeya Til Temir û şandeyeke fransî de pêk hatiye, rewşa şêniyên herêmê bi giştî û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li dijî şêniyan pêk tînin, hatin nîqaşkirin, her wiha şande serdana eniya şer jî kirin.

Meclîsa navçeya Til Temir û şandeya fransî rewşa sivîlan û sûcên dagirkeriyê nîqaş kirin
17 tîrmeh, 2022   16:30
HESEKÊ

Piştî bidawîkirina gera xwe li Qamişlo, şandeya fransî ya bi rêveberiya wezîrê karên derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner, lêkolînerê kar û barên Kurdî Patris Franşîskî, nivîskara fransî Roksane Dimasyonovî, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransayê Xalid Îsa, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm û Meclîsa navçeya Til Temir a kantona Hesekê ji bo nîqaşkirina rewşa bajêr û herêmê bi giştî civiyan.

Şande ji aliyê hevseroketiya Meclîsa Til Temirê û rêveberên saziyên herêmê ve hatin pêşwazîkirin. Di civîna xwe de behsa rewş sivîlan û zehmetiyan kirin ku ew ji ber bicihbûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî navçeyê dibînin. Her wiha şande li ser ziyana ku dagirkeriya Tirk ji hemû aliyên jiyanê ve gihandiye herêmê, hate agahdarkirin.

Piştî bidawîkirina civînê, şande û meclisa navçeyê berê xwe dan nuqteyeke li eniya şer a bi çeteyên dagirkeriya Tirk re. Meclisl şande li ser êrişên dagirkeriya Tirk ên domdar li dijî şêniyên herêmê agahdar kir.

Girêdayî civînê, hervserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb der barê naveroka civînê de ji ajansa me re axivî û got: “Me bi şandeya fransî re rewşa sivîlan û rewşa herêmê bi giştî nîqaş kir her wiha êrişên dagirkeriya Tirk û binpêkirinên ku li dijî şêniyên herêmê tên kirin û me ew yek pêşkêşî şandeyê kir.”

Mela Eyûb wiha domand: “Sedema serdana wan ew e ku ew raporekê li ser rewşa herêmê amade bikin û bişînin Fransayê, her wiha ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji herêmê re. Me di civînê de ji şandeyê re xuya kir ku gelên herêmê alîkariyên madî û xizmetguzarî naxwazin, tenê daxwaza wan ew e ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmê derkevin û ew vegerin ser xaka xwe.”

Şandeya fransî di civîneke çapemenî de vê sibehê li Qamişlo dabû xuyakirin ku gelê Fransa fedakariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş nas dike û li kêleka wî disekine û daxwaz ji hemû dewletên demokratîk kir ku rê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bigirin.

(mh)

ANHA