Meclisa Leşkerî ya Reqayê: Heke şer pêk were em ê veguherînin şerekî gel ê şoreşgerî

Meclisa Leşkerî ya Reqayê bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kir ku ciwanên Sûriyê dê li hember van êrişan bisekinin û bê deng namînin.

Meclisa Leşkerî ya Reqayê: Heke şer pêk were em ê veguherînin şerekî gel ê şoreşgerî
17 tîrmeh, 2022   14:06
 REQA

Meclisa Leşkerî ya Reqayê îro daxuyaniyek da. Endamê fermandariya meclisê Feysel El-Salim bi beşdarbûna endam û rêveberên meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclis destnîşan kir ku dê li hember êrişên li ser herêmê bisekine û teqez kir ku hêza xwe ji vîna gel digire. Her wiha diyar kir ku parastina fedakariyên şehîdan ku axa herêmê bi xwîna xwe rizgar kir, mafekî rewa ye

Meclisê daxuyand ku ew li dijî şer in lê heke pêk were, dê bikin şerekî gel ê şoreşgerî.

Meclisê wiha domand: “Em ê ji cîhanê re îsbat bikin ku bi hêz in û dê dîrok destana serkeftinê ya herêmê binivîse. Erdogan bi hiceta 'herêma ewle' hewl dide herêmê dagir bike û ev yek di kiryarên dagirekriya Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de diyar bû. Dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê li wan herêman meşand. Hîna binesaziya civakî ya herêmên dagirkirî diguherîne da ku ji cîhanê re xuya bike ku ew dixwaze penaberan vegerîne qaşo herêma ewle.”

Meclisê di dauxyaniyê de bang li dewletên ku dibêjin wan gefa li ser ewlehiya Tirkiyê fêm dikin, kir û got: “Gelo ewlehiya wê ya neteweyî li ku bû dema DAIŞ li ser sînorên wê bû? Ji wan re stargehan peyda dike û bi şev û roj şerê me li dijî terorê asteng dike.”

Meclisê diyar kir ku ew banga aştî û diyalogê dikin û gelê xwe ji şer û wêraniyê diparêzin û dê pêkhateyên Ereb, Kurd, Asûr, Suryan ên herêmê, hewldanên xwe ji bo pêkanîna aştiyê û parastina yekitiya Sûriyê berdewam bikin, ji ber parastina welêt berpirseke exlaqî û neteweyî ye û dikeve ser milê hemûyan.

Di dawiyê de meclisê got: “Xurtkirina artêşa Sûriyê hebûna xwe li ser eniyên şer, nîşaneya vê berpirsyariya niştimanî û exlaqî ye. Em minetdarê gelê xwe û êlên xwe yên Reqayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku li kêleka zarokên xwe yên QSD`ê de di berxwedana wan a li hember dagirkeriya Tirk.”

(şx)

ANHA