​​​​​​​Kesayetên welatparêz: Rewşa awarte dê herêmê biparêze û deverên dagirkirî rizgar bike

Kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan ragihandina rewşa awarte  û diyar kirin ku rewşa awarte ji bo parastina herêmê ji  gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker girîng e û gaveke ber bi rizgarkirina herêmên dagirkirî ve ye.

​​​​​​​Kesayetên welatparêz: Rewşa awarte dê herêmê biparêze û deverên dagirkirî rizgar bike
17 tîrmeh, 2022   03:28
HESEKÊ – OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin û qada dagirkeriyê berfireh bikin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de rewşa awarte û tevgerîna li gor qonaxa heyî ragihandin.

Kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji rewşa awarte re nîşan dan û diyar kirin ku di encama tevgerîna li gor rewşa awarte de, dê herêm were parastin û deverên dagirkirî jî werin rizgarkirin.

/kr/uploads/files/2022/07/16/193202_-.webp

Kesayeta welatparêz, Mihemed Xetîb ê ji Dirbêsiyê destnîşan kir ku gelên herêmê li dijî gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê didin hêzên leşkerî û yên ewlehiyê û tevlêbûna zêde ya pêkhateyan a nava QSD'ê mînaka vê yekê nîşan da.

Xetîb got: “Dewleta Tirk a dagirker bênavber gefan dixwe, ji ber wê jî divê em bi hemû hêza xwe li hember siyasetên wê yên dagirkeriyê bisekinin.”

Xetîb îşaret pê kir ku ragihandina rewşa awarte biryareke di cih û dema xwe de hat, ji bo gel bêhtir rastiya metirsiyên gefên dewleta Tirk a dagirker nas bike û berê xwe bide parastina herêmên xwe, her wiha destnîşan kir ku divê tevahiya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xaka xwe biparêzin û rizgar bikin.

Xetîb wiha domand: “Dijmin bi şev û roj ji bo talankirina herêmên me û koçberkirina me dixebite, ji ber wê jî divê em bi gelekî berxwedêr bin, destkeftiyên xwe biparêzin, xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin û armancên dijmin têk bibin.”

/kr/uploads/files/2022/07/16/193146_-.webp

Her wiha, kesayeta welatparêz Salim El-Salim jî got, di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine ragihandina rewşa awarte biryareke dirust û girîng e.

El-Salim wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bêhtir xaka Sûriyê dagir bike, wek çawa li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kiriye, ji ber wê jî divê em hişyar bin û li gorî qonaxa heyî tevbigerin û ji bo rûbirûbûna bi êrişan re xwe amade bikin. Divê her welatiyek di parastina herêma xwe ji dagirkeriya Tirk de, ji xwe dest pê bike.”

Salim El-Salim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekrêziyê û destnîşan kir ku ew rêya yekane ya têkbirina gef û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derkirina dagirkeran e.

 (mh)

ANHA