Ji dema kuştina El-Bexdadî ve derdora 50 terorîst li herêmên dagirkirî yên Sûriyê hatine kuştin

Herêmên dagirkirî yên Sûriyê bûne stragehên ewle ji bo çeteyên DAIŞ û El-Qaîde. Li gorî SOHR`ê, piştî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî sala 2019`an derdora 50 terorîst li wan herêman hatine kuştin.

Ji dema kuştina El-Bexdadî ve derdora 50 terorîst li herêmên dagirkirî yên Sûriyê hatine kuştin
16 tîrmeh, 2022   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji Idlibê yê bakurê Helebê bigire heta bigihêje gundewarên Reqa û Hesekê bûne stragehên ewle ji serçeteyên DAIŞ`ê û El-Qaîde û komên din ên çeteyan re.

Piştî kuştina serçeteyên DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî di 27`ê Cotmeha 2019`an de bi destê Koalîsyona Navneteweyî li herêmekê li ser sînorên bi Lîwa Skendron li bakurê Idlibê û bi hevkariya istixbarata QSD`ê hate kuştin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên di bin hegemoya dagirkeriya Tirk de 48 terorîstên sûrî û ne sûrî kuştin. Gelek ji wan serçeteyên DAIŞ, Huras El-Dîn û El-Qaîda. Gelek din jî di encama êrişên li dijî herêmên çeteyên Tehrîr El-Şam û komên din de hatin kuştin ji Idlibê yê

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê sêşema borî ragihandibû ku di derbeya balafireke bêmirov a biçek a Amerîkayê de li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, serçeteyê DAIŞ`ê yê li Sûriyê Mahir El-Eqal hatiye kuştin.

Kuştina El-Eqal bal kişand ser Tirkiyê ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bi hezaran çeteyan dihewîne ku sûcên şer li Sûriyê, Iraq û dewletên din pêk anîne.

(şx)