Li Şehbayê bi daxuyaniyan banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê hate kirin

Meclisa Katona Şehbayê, Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê bi daxuyaniyên cuda piştgirî dan banga partiyên siyasî ya girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker.

Li Şehbayê bi daxuyaniyan banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê hate kirin
Li Şehbayê bi daxuyaniyan banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê hate kirin
16 tîrmeh, 2022   15:10
ŞEHBA

Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Şehbayê daxuyanî hatin dayîn.

Daxuyaniya Meclisa Kantona Şehbayê bi amadebûna bi dehan endamên meclisê ji aliyê hevserokê meclisê ve Cûma Kalo ve li navçeya Fafînê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka şoreşên buhara gelan li Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn ve, dewleta Tirk projeya xwe ya berfirehkirinê ya osmanî ragihand û bi hinceta piştgiriya gelan û azadiya wan destwerdan li hemû şoreşan kir.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk destekê dide tevgerên îslamî yên tundraw, baregehên perwerdeyê ji wan re ava kirin û nexweşxane ji bo wan veqetand.

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û gefên dagirkirina herêmên nû û wiha hate gotin: "Em şêniyên kantona Şehbayê dengê xwe tev li dengê însiyatîfa partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya banga girtina qada heweyî li ber balafirên Tirkiyê dikin. Her wiha bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û dewletên garantor ên li herêmê dikin ku rê nedin Tirkiyê ku êrişî herêmê bike ku dê bandoreke neyinî li çareserkirina aloziya Sûriyê bike, di heman demê de wê komên terorîst zindî bike ku herêmên dagirkirî wekî cihê ewle ji bo xwe dibînin."

Daxuyaniya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê jî li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama meclisê Muşîra Menla Reşîd û bi zimanê kurdî ji aliyê endamê meclisê Ebdulhemdî Bekirî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û guhertina demgorafiya Efrînê hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Her wiha bal hat kişandin ser hebûna lîderên DAIŞ'ê li herêmên dagirkirî û hate diyarkirin ku ev dide diyarkirin ku Tirkiyê dixwaze tola DAIŞ'ê ji hêzên ku ew têk birine, hilîne.

Meclisa Qanûnsaz li ser rewşa hundirîn a Tirkiyê jî got, ji ber aloziya hundirîn a li Tirkiyê û rewşa aborî ya têkçûyî, Erdogan hewl dide bi êrişên xwe yên li derve bala civaka Tirkiyê li ser aloziyan bibe.

Meclisa Qanûnsaz jî piştgirî da daxuyaniya hevbeş a partiyên siyasî ya li hemberî gefên Tirkiyê û bang li sûriyan hate kirin ku qebûl nekin ku kesên biyanî li ne cihên wan werin bicihkirin. Her wiha bang li dewletên têkildarî wekî Rûsya, Amerîka, Brîtaniya û Fransayê kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin, sûcên Tirkiyê rawestînin, zextê lê bikin da ku ji herêmên dagirkirî derkeve, koçberan vegerînin warên wan û ji bo avakirina sûriyeke demokratîk a nenavendî kar bikin.

Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê li gundê Til Sosînê yê Şehbayê daxuyanî dan. Endama yekitiyê Roşîn Hido daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ruxmî daxuyanî û helwestên navneteweyî ji dewleta Tirk re ku divê gef û êrişên xwe rawestîne, lê ew di projeya xwe ya berfirehkirina herêmî de berdewam e, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û di êriş û dagirkirina wan herêman de sûcên hovane li dijî sivîlan pêk anîn û demografiya herêmê diguhere.

Yekitiyê diyar kir ku ji ber nebûna tu helwesteke navneteweyî ya tund, dewleta Tirk sûcan didomîne.

Yekitiya Parêzeran bang li Rûsya û dewletên di Koalîsyona Navneteweyî de kir ku zextên giran li dewleta Tirk bikin, qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin da ku tu êrişeke nû pêk neyê û nebe sedema azarên bi milyonan welatiyan. Her wiha bang li sûriyên li hundir û derve kir ku çalakî û hemleyên xwe yên zextkirinê ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk û muhasebekirina wê li ser sûcan berdewam bikin.

ANHA